Banga bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê hat kirin 2019-10-08 11:26:53   ENQERE – Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê pêk hat dê li gelek bajaran ji aliyê KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û Komeleya 10’ê Cotmehê werin bibîranîn.  Li ber Gara Trênê ya Enqereyê DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî mitînga “Ked, Aştî û Demokrasiyê” ya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê teqîn pêk anî. Di teqînê de 103 kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn. Qurbaniyên komkujiyê her sal tên bibîr anîn û dê îsal jî werin bibîranîn.    Tevî ku 4 sal bi ser komkujiyê re derbas dibe jî malbat û mexdûr kêliyek jî dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedane û dê îsal jî di bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane de daxwaza edaletê dîsa dubare bikin. Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê, rêxistinên sivîl KESK, DÎSK, TTB û TMMOB dê li ser goristanan û li cihê teqîn pêk hatiye bîranînê li dar bixin û daxwaza qurbaniyan a ji bo aştiyê û edaletê qîr bikin.    Hevserokê KESK’ê Mehemt Bozgeyîk, Serokê Konseya Navendî ya Yekîtya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Sînan Adiyaman, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu û Serokê Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz û Hevseroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ew dixwazin berpirsên komkujiyê hemû bên derxistin û darizandin û banga beşdariya bîranînê kirin.