Thornberry: Daxuyaniya Koşka Spî xiyaneta li dijî fedakariya kurdan e 2019-10-08 10:11:51 ENQERE – Sekretera Giştî ya Navnetewî ya Partiya Karkeran a Îngîlîstanê Emîly Tohrnberry biryara vekişîna eskerên Amerîka ya ji Rojava wek “şermê” nirxand û got: “Daxuyaniya Koşka Spî, tenê ne terkirina mutefîkên xwe ye di heman demê tê wateya îxaneta li dijî fedakariya kurdan e.”  Serketera Giştî ya Navnetewî ya Partiya Karkeran a Îngîlîstanê û Parlamenter Emîly Tohrnberry daxuyaniya Koşka Spî ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişîna eskerîn Amerîka ya li ser sînor ji ajansa me re nirxand.    Thornberry da zanîn ku her çiqas DYA bi hevkariyek li hev kirî dixwaze ku hêzên biyanî ji Sûriyeyê vekişe jî rêveberiya Trump li ser Bakurê Sûriyê bi şeklê rêveberiyek bê avakirin peymanê dewrî Tirkiyeyê kirin wek “cihê şermê” nirxand. Thornberry wiha got: “Heke civaka kurd ji merhameta Tirkiyeyê re bê berdan wê div î şerî de zemînek nû ya eniya şer ava amade bike. Gelê kurd li Bakurê Sûriyê li dijî dagirkirina herêmê li Sûriyeyê ji hemû hêzan bêtir şer kiriye û bedelên giran daye. Daxuyaniya Koşka Spî, tenê ne terkirina mutefîkên xwe ye di heman demê tê wateya xiyaneta li dijî fedakariya kurdan e.”    'DIVÊ JI XWE RE FERSEND NEBÎNE’    Thornberyy destnîşan kir ku hikumeta Brîtanyayê divê bi lezgînî ewilî nûnerên kurdan vexwîne Komîteya Reforma Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya nû pêk hat û divê li ser mafê wan biaxivin. Thornberyy got: “Wek a duyemîn jî divê Tirkiye xwe û milîsên Sûriyeyî teşvik neke. Divê Tirkiye vê bangê ji xwe re wek fersend nebîne.”    MA / Gozde Çagri Ozkose