'Ajokar û plakeya maşîna zirxî ya Efe kuşt hêj diyar nebûye' 2019-10-08 09:58:01 AMED - Maşîna zirxî ya polîsan di 11'ê Îlonê de li navçeya Rezan a Amedê Efe Tektekîn ê 6 salî kuştibû. Lê hêj ajokar û plakeya maşîna zirxî nehatiye zelalkirin.  Parêzerê malbatê Sedat Çinar, diyar kir ku bi fikar in delîlên bûyerê winda bikin û kujer bê parastin.  Li ser Kolana Emekê ya taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê, polîsan bi maşîneya zirxî Zarokê 6 salî Efe Tektekîn qelibandin û kuştin. Di 11 mehê de maşîneya zirxî li Tektekîn qelibî bû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Kalê Tektekîn Mehmet Tektekîn (85) jî di 6'ê Hezîrana 2018'an de TOMA lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Derket holê ku heta niha der barê kuştina Efe Tektekîn ê 6 salî de tu delîl nehatine komkirin û lêpirsîn nehatiye kirin. Heta niha de nasnameya ajokarê maşîna zirxî hat diyarkirin û ne jî plakeya maşîna zirxî hat aşkerekirin. Di lêpirsînê de heta niha îfadeya tu kesî nehatiye girtin. Tenê rapora otopsiyê ya Tektekin di dosyayê de cih digire. Parêzerê malbata Efe Tektekîn Sedat Çinar, diyar kir ku heta niha der barê kuştina Efe de tu delîl û agahî nehatiye komkirin û ew bi fikarin ku delîl û agahiyên der barê kuştinê de winda bikin.    Çinar, ani ziman ku di 25'ê Îlonê de dayika Efe Nazime Tektekin, li dijî polîsê ajokar ê maşînaı zirxî gilî kiribû û wiha got: "Nazife Tektekîn ji bo delîl bên komkirin û bersûc bên darizandin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû. Lê li gel vê yekê hêj di dosyayê de tu lêkolîn û agahiyên nû tune ne. Delîl û agahiyên ku diviya bû heta niha bên komkirin hêj nehatine komkirin. Ji ber ku heta niha lêpirsîn nehatiye destpêkirin mirovan dixe nava fikarê.    Hêj qeydên MOBESE nehatine komkirin. Hêj plakeya maşîneyê nehatiye diyarkirin. Nasnameya Ajokar nehatiye diyarkirin. Delîl nehatine komkirin. Îfadeya şahid û kesên li derdorê hatiye girtin an nehatiye girtin em nizanin. Heta niha tenê îfadeya bav Ahmet Tektekin hatiye girtin. Heta niha îfadeya tu kesên şikdar nehatiye girtin.    MA / Aydin Atay