Li mehserên Licê duxan bi sîtilan ket 2019-10-08 09:18:03 AMED – Li gundên Licêya Amedê, bi wextê mehseran re duxan bi sîtilan ket. Lê welatiyan, bilêv kir ku êdî rez jî ne wekî rezên berê ne.  Li gundê Huseynîka yê Licêya Amedê û gundên cînar, bi hatina wextê mehseran re liv û tevgerek çê bûye. Welatî saet di 5'ê sibehê de berê xwe didin nav rezan. Bi kêr û meqesên xwe tirî hê dikin û hin jê jî tiriyan dibin mehseran. Piştî welatî tiriyan dixin kîsan bi lingan pêl wan dikin û ava wan derdixin. Dû re şîreya tirî tê dawerivandin û şîreya tê dawerizandin dixin sîtilan.   SÎTIL DIKELIN    Gava şîreya tirî di sîtilan de dikele, kefa bi ser bi kevgîran tê hilanîn. Piştî şîre têkelandin paşê tê dawerivandin. Bi vî awayî hema bêje şîre 8 saetan li ser agir tê kêlenadin û paşê dibe dims. Gava dims sar dibe, vala dikin metereyan. Welatiyên bastêqê çê dikin jî, pêşî şîreyê dikelînin, paşê ar tev li nav dikin û dikelînin. Paşê pelûla çê dibe li ser xafikan tê valakirin û qederekê li ber tavê tê hiştin. Piştî hişk dibe ji xavikê tê jêirin û tê pakêtkirin.    Lê belê, berhemdariya rezan îsal pir nebaş e. Nayê zanîn ji ber çî ye, lê belê hema bêje sê sal in bax ji kokê ve hişk dibin. Welatiyan anî ziman ku berê wan 10-15 sîtil berhev dikir, lê belê çend sal in sîtilek an du sîtil berhev dikin.    Li Licê, karê mehseran li gor edetan tê kirin lê belê hema bêje pirnaiya barê vî karî li ser milê jina ye. Jin tirî berhev dikin, dikişînin û dikin bastêq û dims. Her wiha ligel vê karên xwe yên malê jî dikin.    MA / Abdulvahap Taş