ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-08 09:00:50 * Karkerên Sînboyê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew li cihekî ku ne ewlehiya kar ne jî tenduristiya karkeran lê hebû dixebitîn û gotin, hîn jî hinek meaşên wan nedane wan û hatine mexdûrkirin.    * Li gundên Licêya Amedê, bi wextê meheseran re duxan bi sîtilan ket. Lê belê welatiyan, bilêv kir ku êdî rez jî ne wekî rezên berê ne.    * Waniyan, bilêv kir ku operasyona li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê Erdogan ê qoltixê ye û gotin, wê ev şer ji xeynî mirin û komkujiyê bi kêrî tiştekî neyê û wê li hemberî vî şerî bêdeng nemînin.    * Di ser mirina Derhênera Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gûrbetellî Ersoz re 22 sal derbas bûn. Dayika wê Fatma Ersoz, bilêv kir ku Gûrbetellî Ersoz li her derê ye û got: "Ji bo wê li tevahiya axa welatê xwe li wê digerim."    * Maşîna zirxî ya polîsan di 11'ê Îlonê de li navçeya Rezan a Amedê Efe Tektekîn ê 6 salî kuştibû. Lê hêj ajokar û plakeya maşîna zirxî nehatiye zelalkirin.  Parêzerê malbatê Sedat Çinar, diyar kir ku bi fikar in delîlên bûyerê winda bikin û kujer bê parastin.    * Li Çiyayên Kazê, "Nobeta Av û Wijdanê" di roja 75'an de ye. Welatiyên di nobetê de cih digirin, diyar kirin ku çalakiya wan "têkoşîna ji bo jiyanê ye" û gotin: "Li kuderê êrîşek hebe em ê li wir bin."    * Li Silopiyayê, di bin navê "bexşê" de ji her wesayîta ku dikeve Parka TIR'ê 5 TL tê stendin. Ajovanan, bilêv kir ku ji ber ev pere ji bo qulûbên sporê tê berhevkirin, divê ji kesên dixwazin bidin bê berhevkirin.    * Serketerê Giştî yê Navnetewî yê Partiya Karkeran a Îngîlîstanê Emîly Tohrnberry biryara vekişîna eskerên Amerîka ya ji Rojava wek “şermê” nirxand û got: “Daxuyaniya Koşka Spî, tenê ne terkirina mutefîkên xwe ye di heman demê de tê wateya îxaneta li dijî fedekariya kurdan.”    * Danişina doza 19 jê girtî 40 kesên ku di dorpêça navçeya Sûrê de doz li wan hatin vekirin wê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)   * Danişîna doza Gazî ku Karsaz Osman Kavala bi awayekî girtî jê tê darizandin wê li 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Kampusa Girtîgeha Sîlîvrî wê bê dîtin. (10.00)    * Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman wê li Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 51'an de berdewam bike. (11.00)    * Karkerên ku ji şaredariya Uskidar a Stenbolê ji kar hatin avêtin wê li pêş avahiya şaredariyê çalakiya xwe berdewam bikin. (11.00)     * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê bi dirûşmeya "Ji şer re na, aştî hema niha" li avahiya Şaxa Egîtîm Sen a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Geşedanên amadekariya operasyona eskerî ya li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bê şopandin.    * Pêkhatiyên Meclîsa Tirkiye wê îro mijara teskereya Serokomariyê li meclîsê niqaş bikin.