Ji bo bîranîna GAR'a ya 10'ê Cotmehê bang 2019-10-07 16:40:22 ENQERE - Komêleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ji bo bîranîna 4'emîn salvegera 103 kesên di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Enqereyê hatin qetilkirin, banga tevlêbûnê kir û xwest her kes tev li bernameya bîranînê bibin. Hevseroka 10 Ekim-Der'ê Mehtap Sakincî Coşgun, diyar kir ku 10 sal borîn, lê êşa wan neborî.  Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li GAR'a Enqere li dijî mîtînga aştî u demokrasiyê êrîşên xwekujiyê pêk hatibû. Di erîşên endamên DAIŞ'ê de bi giştî 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûn. Komêleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ji bo bîranîna 4'emîn salvegera 101 kesên di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Enqereyê hatin qetilkirin, civîna çapemeniyê li dar xist û banga tevlêbûnê kir û xwest her kes tev li bernameya bîranînê bibin. Nûnerê komele û sendîkayan li avahiya Komeleyê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka 10 Ekim-Der'ê Mehtap Sakincî Coşgun daxuyanî xwend.    ‘4 SAL BORÎN LÊ ÊŞA ME NEBORÎ   Coşgûn, diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de bûyera herî bi xwîn komkujiya GAR'ê ya Enqereyê ye. Coşgun, anî ziman ku ligel 4 sal borîn, hêj êşa wan neboriye û wiha axivî: "Me hem xizmên xwe winda kirin û hem jî malbat hatin mexdûrkirin. Yên ku ceza li wan hatin birîn hêj em di hedefa wan de ne. Di salvegera 4’emîn de em neçarin bi hevre bin. Wekî diun şensa me tune ye. 48 mehin her meh di 10'ê Mehê de me li GAR'a Enqere kesên hatin kuştin bibîr anîn. Ger ku yên di 10'ê Cotmehê de hatin kuştin, di aliyê bedenî, ruhî û dil de edalet neyê, wê tu carî edalet neyê vî welatî."    Serokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, diyar kir ku li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de ketiye pêvjoyek pir dijwar û wiha got: “Piştîvê pêvajoyê li dijî kedkar û hêzên maxilf zextên dijwar hat destpêkirin.  Ji texîna li Amedê heta teqîna li Enqereyê berdewam kir. Li GAR'a Enqereyê 103 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. 24 kes endamên sendîkaya me bûn. Em careke din kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Em bang li her kesî dikin ku tev li bîranînê bibin."    Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Cafer Konca jî anî ziman ku 4 salîn êşê wan bêtir kûr bûne. Konca, destnîşan kir ku ger ger li vî welatî edalet pêş bikeve, divê berî er tiştî wezîrê karên hundir bê darizandin. Em hêj şopdarê vê dozê ne. Heta faîlê rastîn ê vê komkujiyê ronî bibe emê vê dozê bişopînin û têbikoşin."      Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman jî anî ziman ku qada bûbû qada demokrasî û aştiyê, piştî bûyerê bûye qada komkujiyê. Adiyaman, anî ziman ku heta kujerên rastîn bê ronîkirin wê tekoşîna xwe berdewam bikin. Adiyaman, bang li her kesî kir ku di 10'ê Cotmehê de li GAR'ê kom bibin û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin.