ÎHD: Divê mirina Nadîra Kadîrova bê ronîkirin 2019-10-07 16:21:35 ENQERE - Komîsyona Jinê ya Navenda ÎHD'ê xwest mirina biguman a Nadîra Kadîrova ya Ozbekî ya li mala parlamenterê AKP'ê Şîrîn Unal a li Enqerê pêk hat, bê ronîkirin û got: "Wekî hiqûqnasên jîn em nikarin xwe bigihînin dosyê û em tên astengkirin. Em ne bawer ku lêpirsîna hatiye kirin bê alî be."   Komîsyona Jinê ya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê mirina biguman a jina Ozbekî Nadîra Kadîrova ya li mala parlamenterê AKP'ê Şîrîn Unal a li Enqerê pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşandin.    Komîsyonê xwest ku biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê bê rakirin û wiha got: "Di serî de em dikarin bibêjin ku lêpirsîna derbarê întîhara Kadîrova ya biguman ne li gorî Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê ye. Biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê jî ku parêzerên dozê biparêzin asteng dike û ev jî diyar dike ku lêpirsîna hatiye destpêkirin bê alî nehatiye kirin."   Komîsyonê herî dawî xwest ku mirina biguman a Nadîra Kadîrova bê ronîkirin.