Ji ber kurdbûna xwe hatibû derpkirin rapora derbkirinê negirt 2019-10-07 16:15:31   STENBOL - Mehmet Çîmen ku ji ber kurdbûna xwe li Otogara Esenlerê ji aliyê polisan ve hatibûn derbkirin, diyar kir ku rapora derbkirinê nedanê û derbarê polisan de serlêdana sûc bike.   Mehmet Çîmen ku beriya demekê li Otogara Esenlerê ya Stenbolê di fîrmayeke otobusan de dest bi ajokariyê kir, ji ber diyalogeke di navbera xwe û polisan de ji aliyê polisan ve ji buroya ku dixebitî hat girtin û li noqteya kontrolê ya têketina otogarê ji aliyê 4 polisan ve hat derpkirin. Çîmen ku niha çû Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê tedawî dît û tabûrcî bû, perdeya guhê wî qetiyaye, gelek deverên laşê wî xwînbûne û eçiqiye. Çîmen têkildarî tiştên hatine serê wî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   LI DEVEREKE BÊ MOBESE DERP KIRINE   Çîmen angaşt kir ku ji ber kurdbûna xwe hatiye derpkirin û wiha got: "Piştî derpkirinê gef li min hatin xwarin. Ji ber vê yekê nikarim biçim kar. Ji ber îftîrayan rastî lêdana 4 polisan hatim. Min ji buroya cihê karê min girtin û birin têketina otogarê û derp kirin. Ji wir jî birin yekîneya emniyetê ya otogarê û li cihekê bê mobese min derp kirin û gef li min xwarin û heqerat li min kirin."   RAPORA DERBÊ NEDAN   Çîmen diyar kir li gel ku perdeya guhê wî teqiyaye û gelek deverên laşê wî hatine derpkirin jî rapora derpkirinê nedane wî û ev tişt got: "Ez ji Amedê ji bo xebatê hatim vir. Lê niha ji ber ku hatime derpkirin nikarim biçim kar. Heke ez neçim karê xwe dê min ji kar jî derxin. Divê ku ev polis bê ceza nemînin. Ev der ne serê çiyaye. Ez derbarê polisan de serlêdana sûc bikim.    DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN   Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Firat Vûral diyar kir ku dê hewl bidin polisên ku Çîmen derp kirine tespît bikin û derbarê wan de serlêdana sûc bikin.