Nobeta Demokrasiyê 50 rojin dewam dike 2019-10-07 14:45:08 AMED - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li 3 navendan dest pê kir, di roja 50’iyan de dewam kir. Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz di çalakiya li Amedê de axivî û got: “Êrîşî rojava kirin, di heman demê de êrîşî yeketiya gelan kirine.”   Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ji aliyê HDP’ê ve li Merdîn, Amed û Wanê hat destpêkirin, di roja 50’iyan de dewam kir. Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê, weke her car li Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin.  Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, parlamenterên HDP’ê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.    BERTEK NÎŞANÎ PLANA ÊRÎŞAN DAN   Girseyê di çalakiya nobetê de berek nîşanî gef û planên operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojeva” û “Bijî berxwedana gelan” berz kirin.     Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan piştî çalakiyê dest pê kir axivî û wiha got: “AKP û MHP ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike, biryara şer daye û lê wê tu kes ji vî şerî qezenc neke.”   Ceylan, da zanîn ku ewê li dijî vî şerî seknek bi hêz nîşan bidin û got: “Yên ku li ser xwîna gelê Kurd lihev dikin wê winda bikin û gelê kurd dê qezenc bike.”   ‘KURD WÊ PAŞVE GAV NE AVÊJIN’   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydnîz jî da zanîn ku ev 50 rojin berxwedana wan dewam dike û wiha axivî: “Yên ku nelirêtiyên qeyûman danîn holê, ji kar hatin avêtin. Bi sedsalane şer ferzî Kurdan dikin. Gelê Kurd wê tucarî paşve gav ne avêje. Êrîşî Rojava kirin, di heman demê de êrîşî yekitiya gelan kirine. Me li Efrînê dît. Me nelirêtiyên hatin jiyîn dîtin. Emê êrîşên li ser çand û vîna gelan dît. Şerê wê derê wê bê wateya tunebûna desthilatdariyê. Tu şer wê nekarin destkeftiyên gelê Kurd tune bikin. Emê li dijî şeran li ber xwe bidin û em ê qezenc bikin.”   Piştî axaftinên hatin kirin Nobeta Demokrasiyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.