Dundar: Vê îktîdarê aqilê xwe xwariye 2019-10-07 14:00:22 MÊRDÎN -  Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkrina qeyûman li Mêrdînê di roja 50’î de berdewam kir. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, di Nobeta Demokrasiyê de diyar kir ku Tirkiye dixin nava avgîra şerê Rojava û got: "Ev rê ne rêyek rast e. AKP'ê biryara şer stendiye. Vê îktîdarê aqilê xwe xwariye." Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina Qeyûman ên li Mêrdîn, Wan û Amedê 50 roj li pey xwe hiştin. Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 50’î de li pêş avahiya HDP'ê ya Mêrdînê hat lidarxistin. Di roja 50’î de gelek kes di çalakiyê de amade bûn. 2 tûrîstên hatin Mêrdînê û xwestin li qada çalakiyê wêne bikişînin, rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan wêneyê ku tûrîstan kişandibûn jê birin. Di çalakiya Nobeta Demokrasiyê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û wiha got: "Tirkiye ji bo têkeve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe. AKP’ê biryara şer stendiye. Vê îktîdarê aqilê xwe xwariye. Niha Tirkiye li pey komployek mezin e. Bi vê komploya şer xwe amade dike ku têkeve axa Rojava. Di nava vê kompoyê de destê welatên Ewropa û DYA jî heye. DYA dibêje 'ez tev li operasyonê nabim. Bi vê yekê peyama piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Ev biryara şer wê Tirkiyeyê weran bike."    Dundar, bal kişand ser rewşa DAIŞ'ê û wiha got: "Dîroka DAIŞ'ê diyar e. Diroka DAIŞ'ê dîroka komkujiyê ye.  DYA, berpirsiyariya DAIŞ'ê dide Tirkiyeyê. Bi vê yekê rê li pêş DAIŞ'ê vedike ku DAIŞ ji nûve zindî bibe. Tirkiye dixin nava şerekî dijwar. Dixin nava avgîra şer a li Rojhilata Navîn. Em Tirkiyeyê hişyar dikin. Ev rê rêyek şaş e vegerin."    Nobet bi çepikan bi dawî bû.