QSD: Piştî vekişîna hêzên Koalîsyonê, rejîm bi piştgiriya Rûsyayê berê xwe da Minbicê 2019-10-07 13:42:26 NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê, diyar kir ku bi ragihandina DYA’yê ya vekişîna ji herêmê, hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê leşkerên xwe ber bi Minbicê ve birin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê tekez kir ku encama yekemîn ji vekişîna Amerîkayê, binkeftina peymana mekanîzmaya ewlehî ye û hêzên rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê xwe amade kirin ku ber bi Minbicê ve biçin.   QSD’ê, diyar kir ku ger êrîşên Tirkiyeyê pêk were, wê bi xwe re karesetan li herêmê pêk bîne. Dewleta Tirk ev demek dirêje gefên êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Di saetên sibehê de, hêzên Koalîsyonê ji baregahên Girê Spî û Serêkaniyê xwe paş ve vekişîn.   Li aliyê din nûnerê Amerîkayê yê berê yê Koalîsyonê Brett McGurk hişyar kir ku vekişîna Amerîkayê dikeve xizmeta Rûsya, Îran û DAIŞ’ê.