Roboskiyan: Bi Elçî re aştî û edalet jî qetil kirin 2017-11-30 16:57:07   ŞIRNEX - Malbatên Roboskî di hefteya 309’emîn a lêgerîna edaletê de li hev civiyan. Malbatên Roboskê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr anîn û got ku bi Elçî re aştî û edalet jî qetil kirin.     Li gundê Roboskê yê navçeya Qilebana Şirnexê, êrîşa hewayî pêk hat û di êrîşê de 34 welatiyên gund hatin qetilkirin. Malbatên Roboskê di hefteya 306’an de li ser gorên xizmên xwe kom bûn û wêneyên kesên hatin qetilkirin rakirin. Li ser navê malbatên li edaletê digerin, Welî Encu daxuyanî da.    ‘KUJERÊN ROBOSKÊ BIHAT DÎTIN, ELÇÎ NEDIHAT QETILKIIRN’   Encu, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi bîr anî û wiha axivî: “Dewlet ji bo komkujî û êşên me di bîr û baweriyên me de zinde bihêlin, her tim bi me bê edaletî û zilmê dide jiyîn. Ger faîlên Komkujiya Roboskê bihatan darizandin û cezakirin, dê Tahir Elçî nehatiba qetilkirin.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BIDOMÎN IN’   Encu, da zanîn ku dê li dijî bêedaletiyê edaletê, li dijî şer û tundiyê jî tim aştiyê biparêzin. Encu, anî ziman ku piştî qetilkirina Elçî, welat bûye cihê agir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her şev bêmafî û bê edaletî tên jiyîn û ev yek hîna  jî didomin. Kesên têkoşîna aştî û edaletê dan kirin girtîgehan. Ên ku ev yek kirin bila vê baş zanibin; Dê ev têkoşîn qet kêm nebe. Ligel hemû tiştî em ê bêdeng nemîn in û emê têkoşîna wan bidomîn in.”