Duh ceyran û xaz, îro pir û rê zem kirin 2019-10-07 11:13:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Di serê cotmehê de Ceyran ji sedî 15 zem xwaribû. Niha jî Midûreyeta Giştî ya Rêyên Bejayî (KGM), ji 7'ê Cotmehê û şûnde heqê borîna rêyên bejayî û piran ji sedî 20 zem kir.    Li Tirkiye demek dirêj e krîza aborî didome. Kriza aborî bandora xwe li ser lêçûna welatiyan dike. Her meh ceyran, av, xaza xwezayî, çay, şekir, mazot, gubre, xwarin û vexwarin zem dibe. Her ku zem zêde dibin welatî bêtir xizan dibe û betalî zêde dibe. Herî zêde ceyran û xaza xwezayî zêde dibe. 2 meh berê ceyran zêm bû û niha dîsa ji seadî 14,98 zem bû. Niha jî Midûreyeta Giştî ya Rêyên Bejayî (KGM), ji 7'ê Cotmehê û şûnde heqê borîna rêyên bejayî û piran ji sedî 20 zem kir. Midûriyetê ji bo derbasbûna maşîneyan rêyên beşayî ya mesafeya herî kêm 3 tl û mesafeya dirêj 30 tl, ji bo derbasîbûna maşîneyan a pirê boriyan 10,50 tl diyar kir. Ji bo pira 15'ê Tîrmehê û Pira Fatih Sultan Mehmetê di navbera 10 tl û 78,25  tl de diyar kir.