QSD: Êrîşên Tirkiyeyê wê bandorek mezin li îstikrar û şerê li dijî DAIŞ`ê bike 2019-10-07 10:42:58 NAVENDA  NÛÇEYAN - QSD`ê, derbarê gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilat Sûriyê dewam dikin de daxuyaniyek da û got: "Tevî kar û xebata ji aliyê me ve ku operasyonên leşkerî bi Tirkiyeyê re çênebin û nermbûna me ji bo avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor û pêkanîna erkên li ser milê me dikevin jî, hêzên Amerîkayê erkên xwe bi cih ne anîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê vekişandin.” Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Ji bo ku bi Tirkiyeyê re pevçûn rû ne de û avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor pêk were çi ket ser milê me me kir, lê ligel vê jî, hêzên Amerîkayê erkên xwe bi cih ne anîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê vekişandin.”    Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:      “Tevî kar û xebata ji aliyê me ve hat kirin da ku operasyonên leşkerî bi Tirkiyeyê re çênebin û nermbûna me ji bo avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor û pêkanîna erkên li ser milê me dikevin jî,  hêzên Amerîkayê erkên xwe pêk neanîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê bi ser Tirkiyeyê ve vekişandin. Niha jî Tirkiye amadekariya operasyona dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.   Ev operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bandorek neyînî ya mezin li şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re bike. Her wiha dê xebata salên çûyî ji bo îstikrarê jî têk bibe.   Em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) emê kêliyekê ji bo parastina xwe ne rawestin. Em bang li gelê xwe yê ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Aşûr pêk tê dikin ku xwe bikin yek û li kêleka hêzên xwe yên rewa bisekinin da ku parastina welatê xwe ji êrîşên Tirkiyeyê bikin.”