Serokê Baroya Mêrdînê yê nû hat hilbijartin 2019-10-07 09:43:04 MÊRDÎN - Di hilbijartina Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Mêrdînê hat kirin de Îsmaîl Etîk ji bo serokatiya baroyê  hat avêtin.    Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Mêrdînê ku 2 rojan dewam kir di saetên şevê de bi dawî bû. Serokê Baroyê yê berê Çelebî Araz, Îsmîl Elîk, Medenî Ayhan, Mehmet Mûhlîs Alkan û Veysel Vesek ji bo serokatiya baroyê ketin hilbijartinê û roja dest pê kê sozên xwe vegotin. Ji namzetan Veysel Vesek ji bo namzet Îsmaîl Elîk xwe ji hilbijarinê paşve kişand. 385 parêzerên Baroya Merdînê di hilbijartinê de deng dan. Îsmaîl Elîk 212 deng girtin û Serokê Baroyê yê berê Çelebî Araz jî 114 deng girtin.     Her wiha desteya rêveberiya Baroyê jî, bi temamî guherî. Lijneya rêveberiya nû ji 10 endamên esîl û du yedekan pêk tê. Navê endamên rêveberiya lijneyê wihane: “Emîne Erboga, Zeyneddin Vural, Arîfe Acar, Hakan Gelerî, Mehmet Alpaslan, Eren Yildiz, Sezgîn Dînç, Mesut Aydogan, Necat Çiray, Dogan Kaya û endamên yedek Emrah Akbulut û Esra Akdag."