Karkerên qeyûm dê û keça xwe dizek derketin 2019-10-07 09:15:06 MÊRDÎN – Qeyûmê Mêrdînê, Seroka Baskê Jinan a AKP’ê Seval Begdaş girtibû kar. HDP dema hat ser rêveberiya Begdaş bi hênceta “li dijî rêgezên ehlaqî tevgeriyaye” ji kar derxist. Dîmenên Begdaş û keça wê ku li kargehekê diziyê dikin derketin holê.  Qeyûmê Mêrdînê Mustafa Yaman di serdema çûyî de Seroka Baskê Jinan a AKP’a Qoserê ya berê Seval Begdaş girtibû kar. Piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ku HDP hat ser rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hin kesan bi hênceta “li dijî rêgezên ehlaqî tevgeriyane” ji kar derxistibû. Lê Walî Mustafa Yaman ê dîsa wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin van kesan ji nûve girt kar.    DEMA DIZIYÊ DIKIN DIKEVIN BER KAMERAYÊ    Qeyûm, Seval Begdaş û keça wê Bêrîvan Yildiz ji nûve girt kar.    Dîmenek Begdaş û keça wê ku kêliya li kargehek Mova Park AVM’ê diziyê dikin derketin holê. Dayik û keça xwe dikevin maxazayek kozmetîkê û hin hilberînên li ser refan bi dizîka dixin çenteyên xwe. Kameraya cihê kar kêliya diziyê kêlî bi kêlî qeyd kir.    ‘EM JÎ NIZANIN ÇIMA GILÎ NEKIRINE’    Hat zanîn ku xwediyê kar li gel vê diziya eşkere jî giliyê dayik û keça wê yên AKP’yî nekirine.    Me wek ajansa Mezopotamya xwe gihand rayedarek maxazayê û wan jî diziyê piştrast kir. Rayedar da zanîn ku di bûyerên wiha de bi piranî li ser navê sazîbûnê gilî dikin lê wan jî fêm nekiriye çima giliyê vê bûyerê nekirine û wan jî jê fêm nekiriye ku bûyer çawa li nava raya giştî belav bûye.    MA / Ahmet Kanbal