‘Medya her dîmenê şidetê bikar tîne şidet zêde dibe’ 2019-10-07 09:10:37 STENBOL – Endama Komeleya Têkoşîna bi Şideta Zayendî re Şehlem Kaçar diyar kir ku ji ber her tim medya dîmenên şidetê bikar tîne şidet di nav civakê de belav dibe û êdî şidet hatiye halê ku wek metayekê tê firotinê. Di medyadê her roja ku diçe bikaranîna zimanê cudakariyê û zayendperest zêde dibe. Komeleya Têkoşîna bi Şideta Zayendî re (CŞMD) li dijî vî zimanê medyayê yê zayendperest û cudakariyê xebatê birêve dibe û vê xebata komeleyê bal dikişîne ser xwe. Komeleyê li gelek bajaran kargehan li dar dixe û qala nûçegihaniya maf dike û di warê vî zimanê zayendperest û cudakar de civakê hişmend dike.   Kordînatora Kampanyaya CŞMD’ê Begum Bakî û rêvebiria kargehên medyayê ya CŞMD’ê Şehlem Kaçar bikaranîna zimanê medya û dîtbariyên medyayê vegotin.    ‘DÎMEN BANDORA NEYÎNÎ LI SER CIVAKÊ DIKE’   Rêvebira kampanyayê Şehlem Kaçar diyar kir ku şideta zayendî pirsgirêka gelekî ye û wiha got: “Weşandina dîmenên şidetê û dubare temaşekirina mirovan di kesan de hestê bêçaretiyê ava dike. Hem van kesan tetik dike û hem jî rê li ber bêbawerî û pejnên tirsê vedike. Medya bikaranîna van dîmenên şidetê qada têkoşîna me teng dike. Xizmetê ji rewabûna kesê faîl re dike. Ev yek jî li ser civakê bandor dike û vediguhere şidetê.”    ‘ŞIDET HATIYE ASTA METAYEK FIROTINÊ’    Kaçar anî ziman ku medya ji bo tîrajên xwe zêde bike zimanê şidetê bikar tîne û ev şidet xwe di nava civakê de dubare dike û got: “êdî şidet hatiye halê ku wek metayekê tê firotinê. Dema jinek hat kuştin û tecawizî zarokek hat kirin pêdivî bi van dîmenan tune ye. Ji bo bêtir bê xwendin û temaşekirin pirr ajî te dikin. Ev yek binpêkirina maf e. Heke ev dîmen tune bin jî ev nûçe tê çêkirin. Meyda her roj di nûçeyên xwe de zimanek zayendperest û cudakar bikar tîne û ev yek perspektîfa newekheviyê ya zayendperestiyê destek dike. Jixwe tecawiz bixwe sûc e. Bikaranîna ziman jî tê maneya şîrîktiya sûc. Her wiha di nûçeyan de dîmenên jin û zarokan bêhêz nîşan didin tên bikaranîn. Pêwîste qet dîmen û agahiyên zarokan di nûçeyan de cih negire.”    ‘CIVAKÊ MANÎPULE DIKIN’    Kordînatora Kampanyaya CŞMD’ê Begum Bakî jî destnîşan kir ku medya nûçeyan manîpule dike û pêşkêşî civakê dike û dixwazin civakê wisa manîpule bikin. Bakî diyar kir ku nûçeyên derbarê jin û zarokan de tên çêkirin her tim cînayet û şideta zayendî rewa tê nîşandan û got: “Têgeh û hevaokên wek ‘xapand, xwest dest ji hev berdin, malê terk kir û bi yekî re diaxivî’ kiryar bêsûc dihêle. Em hênceta kiryar di manşet û wêneyan de dibînin.”    ‘ÇANDA LÎNCÊ LI PÊŞ DIXE’    Bakî da zanîn ku medya nûçeyên xwe li ser têgihiştina ‘em û ew’ ava dike û wiha got: “Medya li ser penaberan çanda lîncê li pêş dixe. Em bêjin nûçeyek îstîsmarê derket. Bêyî bê lêkolînkirin dibêjin ‘Sûriyeyî kiriye’ û pişt re ev kes tê lînckirin. Bêyî nûçe were zelakirin û agahî bên berhevkirin û lêpirsîn were destpêkirin zû zûka dinivîsinin. Nûçeyên bi vî rengî şidetê normalîze dike. Nûçeyên medya alîgir di nava civakê de têgihiştina şidet, îstîsmara zayendî û tacîz çêdike û li pêş dixe û mîna tiştekî asayî be di nav civakê de li pêş dikeve.”