Bijîşk Sayyigît ê hat îxrackirin: OHAL neqediyaye didome 2019-10-07 09:08:56 AMED – Bijîşk Erdal Sayyigît ê bi hênceta lêpirsîna ewlehiyê ji karê xwe hat îxrackirin got: “Gotin OHAL qediyaye lê mixabin di bin navê lêpirsîna ewlehiyê de OHAL dewam dike.”  Di KHK’iya jimara 676’emîn a di 29’ê cotmeha 2016’an de hat weşandin wek xalek li Qanûna Karmendên Dewletê hat barkirin û piştî wê hemû karmend ketin ber lêpirsîna ewlehiyê. Bi pêveka vê xalê re mexdûriyet dewam dike. 4 bijîşkên li Zanîngeha Dîcleyê bi hênceta lêpirsîna ewlehiyê û wezîfeya xwe ya pisporiyê pêk neanîne ji kar hatin îxrackirin.    Ji bijîşkan Erdal Sayyigît ê 5 sal in li Zanîngeha Dîcleyê bijîşkiya hinavî dikir û bi hênceta “lêpirsîna ewlehiyê” ji kar hat îxrackirin. Sayyigît di sala 2014’an de li Dîcleyê dest bi pisporiya hinavî dike û di sala 2018’an de qedand û ket ber lêpirsîna ewlehiyê û li benda tayînkirina xwe bû. Lê bersiva neyînî ji Sayyigît re hat û ew îxrackirin.    Sayyigît têkildarî îxrackirina xwe ji ajansa me re axivî û da zanîn ku têkiliya wî bi nexweşxaneyê re hatiye birîn û niha wek bijîşkek bêkar rawestiyaye.    ‘OHAL DEWAM DIKE’    Sayyigît anî ziman ku ev çar sal in ew di nava serdemek binpêkirina mafan de derbas dibin û ji ber Rewşa Awarte (OHAL) di bin navê Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) bi deh hezaran kedkar ji karê xwe bûn û got: “Dibêjin ‘OHAL bi dawî bûye.’ Lê mixabin di bin navê lêpirsîna ewlehiyê de OHAL dewam dike. Bi taybetî bijîşk û xwendekarên tibê qedandine dixin ber lêpirsînan. Bijîşkên pispor piştî asîstaniyê diqedînin diçin xizmeta mecbûrî. Ev bijîşk ji tebaxa 2018’an vir ve ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve komîsyonek hatiye avakirin bijîşkan dixe ber lêpirsînê. Piştî cihê tayîna hekîman diyar dibe ev komîsyon kontrolê dike û kesan di lêpirsîna ewlehiyê de derbas dike. Piştî vê lêpirsînê cihê wê biçê anjî neçê diyar dike. Ev pêvajo wisa tê birêvebirin..”    DÊ NIKARIBE LI NEXWEŞXANEYÊN TAYBET JÎ BIXEBITE    Sayyigît da zanîn ku piştî 8 mehan bersiva neyînî ango îxrackirinê jê re hatiye û bêyî tu hêncet bên nîşandan ew ji kar hatiye avêtin. Sayyigît got ew tu wateyê nadin pêvajoya niha têde derbas dibin. Sayyigît anî ziman ku wan li dijî vê bêhiqûqiyê serî li dadgehê daye û ew nizanin dê serlêdana wan kengê bi encam bibe. Sayyigît diyar kir ku ji roja teblîx jê re hatiye dê heta 450 rojan qedexeya bijîşkiyê jî danîne ser û dê nikaribe li nexweşxaneyek taybet jî bixebite. Sayyigît got dixwazin bi vê yekê mexdûriyetê li ser mexdûriyetê pêk bînin.    ‘EM Ê PAŞ DE GAV NEAVÊJIN’    Sayyigît destnîşan kir ku ew ê bi hev re vê pêvajoya dijwar derbas bikin û ji bo vegerin karê xwe jî tu gumanên wan nîn in û got: “Wê tu tiştek me nikaribe ji têkoşîna maf, hiqûq û demokrasiyê bike.Em ê li her qadê gotina xwe paş de nedin û bêjin.”