Hêzên Koalîsyonê dest bi vekişandina ji sînor kirin 2019-10-07 08:11:56 NAVENDA NÛÇEYAN -  Hêzên Koalîsyonê li noqteyên xwe yên li Grê Spî û Serêkaniyê dest ji vekişandinê kirin.    Piştî daxuyaniya ku ji aliyê Amerîkayê ve hat dayîn ku dê Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon bide destpêkirin û dê piştgiriya vê operasyonê nekin, li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hêzên Koalîsyonê dest ji noqteyên xwe yên li Grê Spî û Serêkaniyê vekişandina kirine. Vekişandinê di saetên serê sibehê de dest pê kiriye.