Hêzên Koalîsyonê û DYA li Grê Spî tûran davêjin 2019-10-06 16:19:47   RIHA – Li Grê Spî ku Serokomar Tayip Erdogan di ser wê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe, hêzên eskerî yên DYA û koalisyonê tûra davêjin.    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh di civîna partiya xwe ya li Kizilcahamamê de gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. Komên cîhatkar ên navê "Hikûmeta demî ya Sûriyeyê û Fermandarê OSO" li xwe kirine, di civîna li Rihayê pêk anîn de aşkere kirin ku "Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê ava kirine û wê piştgiriyê bidin operasyona TSK’ê ya li herêmê" Di vê pêvajoya ku Seroke AKP'ê Recep Tayyip Erdogan gefên xwe zêde kirin de  Yekîneyên Hêzên Koalisyonê û DYA'ê li Girê Spî (Tel Ebyad) tûran davêjin. Meclîsa eskeri ya Grê Spî jî sekna xwe ya li ser sînor berdewam dike.