Demîrtaş beraat kir 2017-11-30 16:09:11 STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji doza sûcdariya “Li peywîrdarê cemaweriyê heqaret kiriye” lê hatibû vekirin berat kir.  Danişîna ewil a doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku bi sûcdariya “Li peywîrdarê cemaweriyê heqaret kiriye” li 66’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliya Anadolu ya Stenbolê hat dîtin. Demîrtaş beşdarî dozê nebû û di dozê de parêzerên wî û gelek parêzerên endamê Platforma Hiqûqa Azadîxwaz (OHP) amade bûn.    Parêzerên Demîrtaş parastinê kirin û daxwaza berata muwekîlên xwe kirin. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û Demîrtaş ji doza jê dihat darizandin berat kir.