Destûr nedan wekîlê HDP’ê derbas bibe 2019-10-06 15:27:57   WAN – Polîsan maşîneya Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç li Navçeya Ertemêtê rawestandin û 3 saetan destûr nedan ku derbas bibe. Sarisaç diyar kir ku polîsekî gotiye "Ez çawa dizanim ku bombe di maşîneya te de tune ye" û got: "Ez li Serokê Meclisê geriyam. Lê disa polîsan dest ji helwesta xwe bernedan."    Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarısaç duh dema ji Amedê li gel 3 endamên Meclîsa HDP'ê çûn Wanê, polîsan maşîna wî li Navçeya Artemêtê rawestdand û bi îdîaya “îxbar heye" 3 saetan destûr nedan ku derbas bibe. Polîsan xwest li maşîneya Sarisaç lêgerîn bike û Sarisaç destûr neda ku lêgerîn bikin. Ji ber vê yekê polîsan heta 3 saetan maşîne rawestand. Sarisaç, diyar kir ku duh dema ligel 3 endamên Meclîsa Partiyê ji Amedê hat Wanê, saet di 21.30’an de polîsan ew di ketina Artêmetê de rawestandin û wiha got: "Li gel ku min qerta parlamenteriyê nîşanî wan da jî bi fermanê xwestin eremeya me rawestînin. Me diyar kir ku ev li dijî hiqûqê ye. Me diyar kir ku bi hêsanî divê eremeya wan neyê rawestandin. Bi israr 2-3 caran li nasnameya me nerîn. Li gel min nas dikirin jî gotin 'Nivîsa nasnameya te jê çûye' Em 3 saetan mujûl kirin. Piştre ji TEM’ê û midûriyeta polisan rayedar hatin. Xwestin hevalê me ji maşînê daxin û li ser wan lêgerîn bikin. Polîs bi awayekî qibe û hesta dijminantiyê nêzîkî me bûn."    Sarisaç, anî ziman ku polîsekî ji wîre gotiye 'Em çi dizanin ku di maşîna we de bombe tune ye' û wiha got: "Li wir bi sedan polîs u tîmên tevgera taybet kom bûn. Polisên bi rûpoş hatin kom bûn. Ez bi telefonê li Serokê Meclisa Tirkiyeyê geriyam. Lê dîsa di helwesta wan de tiştek nehat guhertin. Ev helwesta wan li dijî hiqûqê bû. Piştî niqaşek dirêj hevalên me yên Melîsa Partiyê Kadrîye Ozguç, Yunus Durdu û Rojhat Yaşarî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Endamên Meclîsa Partiyê di saetên serê sibê de hatin berdan. Ev rewşa hiqûqê ya Tirkiye nîşanî me dide. Êdî vîna meclîsê li ber çavan nayê girtin û vîna meclîsê jî nas nakin."