Heyeta HDP’ê çû Rojava 2017-11-30 16:02:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Heyetekê ji HDP’ê ji bo sibe hilbijartinên Kantonên li Rojava bişopîn in, derbasî Rojava bû.  Heyetek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo sibe hilbijatinên Kantonên li Rojava  bişopînin, berbasî Rojava bû. Heyeta dinavê de Hevserokê Kongreya Civaka  Demokratîk (KCD) û di heman demê de Parlamentêrê HDP‘ê yê Agiriyê Berdan Ozturk,  Alîkarê Hevserokê Giştî yê HdP’ê Nadir Yildirim, Parlamentera HDP’a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî heyî, di 29’ê Mijdarê de di Deriyê Sînorê Semalka re derbasî Kantoka Cizîrê ya Rojava bû.    Heyeta ku li bajarê Qamişlo hevdîtin pêk anîn, dê sibe hilbijartinên Kantonan bişopîn in. Hat payîn ku piştî hilbijartinê dê heyet vegere welat.  Hat diyar kirin ku di heman demê de heyetên ji Goran û YNK’ê jî ji bo hilbijartinên herêmê bi şopîn in derbasî Kantona Cizîrî bûne.