Ozsoy: Fatûra operasyonê ya siyasî wê pir giran be 2019-10-06 14:22:54   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê û Berbirsiyarê Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, der barê operasyona pêkan a ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne diyar kir ku ev operasyon wê ji bo Tirkiyeyê ne bi xêr be û wiha got: "Îktîdara AKP'ê ger ku operasyonê pêk bîne wê fatûra wê ya siyasî pir giran bide."    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gav û saet gefên "Em ê di demek bê wext de têkevin Sûriyeyê", "Belkî îro belkî sibê em  werin", "Em ê ji hewa û bejayî de werin" li gelê Rojava dixwe û amadekariya şer dike.  Li gel Tirkiye û DYA li ser "Herema ewle" li hev kirine jî Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, duh di civîna partiya xwe ya li Kizilcahamamê de gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. Komên cîhatkar ên navê "Hikûmeta demî ya Sûriyeyê û Fermandarê OSO" li xwe kirine, di civîna li Rihayê pêk anîn de aşkere kirin ku "Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê ava kirine û wê piştgiriyê bidin operasyona TSK’ê ya li herêmê"    'LI PIŞT DERIYÊN GIRTÎ BI REJÎMA SÛRIYE RE HEVDÎTIN DIKIN'    Têkildari polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û gefên Erodgan ên li dijî Rojhilatê Firatê, Parlamenterê HDP'ê û Cîgirê Serokê Giştî yê HDP'ê yê ji Karên Derve Berpirsiyar Hişyar Ozsoy, diyar kir ku ev operasyon wê ji bo Tirkiyeyê ne bi xêr be. Ozsoy, da zanîn ku îktîdara AKP'ê ger ku operasyonê pêk bîne wê fatûra wê ya siyasî pir giran bide û wiha got: Tirkiye nikare barê şer rake. Nikare welat têxe nava hemû gergerinêkê li Rojhilata Navîn. Di vê pêvajoya ku krîza aborî û siyasî pir zêdeye de nikare şer rake. Polîtîkayên Erdogan û îtîfaqên wî demek dirêje li dijî Esad hatine guhertin. Li pişt deriyên girtî bi rêveberiya Suriye re hevdîtin dikin. Tirkiye heta îro komên çete yên li dijî Esad piştgirî dan wan, dixwaze wan bişîne ser gelê Rojava. Ji xwe vê nêta xwe a aşkere tîne ziman. Ji roja şerê Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha hemû komên ku Erdogan piştgirî dan wan pespaye bûn. Herî dawî ev kom ji aliyê HTŞ'êv e ji Idlibê hatin avêtin. Erdogan wan wekî hêzên paramiliter dixwaze wan bişîne ser serê Rojava û êrîşî rojava bike."     ‘TIRKIYE ZEXTAN LI DYA DIKE'    Ozsoy, da zanîn ku Tirkiye zextan li DYA dike ku têkeve rojava û wiha lê zêde kir: “Tirkiye ger ku hêzên navneteweyî û bi taybetî DYA ikna bike wê xwe nede paş. Îhtîmal heye ku Tirkiye bi awayekî çalak têkeve nava şerê li Rojhilata Navîn. Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) di vê mijarê de daxuyanî da. Diyar kirin ku ewê hemû seranserî xetê bikin qada şer. Niha rewş pir xeter û rageşî zêde ye. Li vir helwesta Rûsya û DYA wê diyarker be."     'RÛSYA TIRKIYE SOR DIKE'   Ozsoy, da zanîn ku di rewşa heyî de Rûsya Tirkiye sor  dike ku têkeve rojava û wiha berdewam kir: "Ji ber ku Tirkiye bi rêya DYA'yê bi Kurdan re li hev kirine Rûsya ji vê yekê bêzar e. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê li rojava sor dike. Polîtikayên sorkirinê dixe meriyetê. Bi rêya Idlibê êrîşî hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan. Niha dixwaze Tirkiye li Rojava bîne hemberî DYA'yê. Dixwaze Tirkiye û DYA bînin hemberî hev. Dixwaze Kurdan lawaz bike û Esad xurt bikin. Rûsya dixwaze navbera DYA û Tirkiye aloz bike û kaosê zede bike. Lê heta ku DYA qebûl neke Tirkiye nikare mudaxaleyî Rojava bike. Niha em nizanin li pişt deriyên girtî çi diaxivin. Tirkiye ji destpeka şerê li Sûriye heta niha polîtîkayên şaş pêş dixe. Sedema ketina Tirkiye ya Rojava ewe ku rê li pêş rêveberiya federal a Kurdan bigire ye. Ji ber ku ger Kurd li Rojava bikin xwedî Statu wê hemû Kurdan tesîr bike. Tirkiye dixwaze xwe bavêje nava şer. Lê ger ku wisa bike wê zerar bike. Tirkiye nikare barê vî şerî rake. Dibêjin 'îla emê êrîş bikin û destkeftiyên Kurdan tune bikin' Niha yê bi destê wan girtiye tune. Ger ku têkevin Sûriye wê têkevin. Lê li vir hem Sûriye û hem jî Tirkiye wê zerar bike. Wê fatûra vê operasyonê ya siyasî pir giran be."    'DEQEZ DIVÊ KURD YEKÎTIYA NETEWEWÎ PÊŞ BIXIN'   Ozsoy, bal kişand ser yekîtiya neteweya Kurd û wiha bi dawî kir: "Di vê rewşa ku hemû şer li ser serê Kurdan pêş dikeve de divê Kurd teqez Yekîtiya Neteweyî pêş bixin. Êdî yekîtî û piştevaniya gelê Kurd ferz e. Divê hemû gelê Kurd ji bo yekîtiya neteweyî serê xwe biêşînin û li çareseriyê bigerin."      MA / Berîvan Altan