Li Riha û Colemêrgê 2 kes hatin binçavkirin 2019-10-06 12:02:30   RIHA/COLEMÊRG – Li Pirsûsê endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Ahmet Orçîn hat binçavkirin. Li Colemêrgê jî Abdullah Kaya (19) hat binçavkirin.    Polîsan serê sibê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser mala endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Ahmet Orçîn de girtin û binçav kirin. Nehat zanîn ku Orçîn ji ber çi hêncetê hatiye binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.     COLEMÊRG    Polîsan vê sibehê li navenda Colemêrgê jî bi ser malekê de girtin. Polîsan lêgerîn li malê pêk anî û pişt re kurê malbatê Abdullah Kaya (19) binçav kirin. Hat zanîn ku Kaya bi hênceta “alîkarî bi rêxistinê re kiriye” hatiye binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.    ‘ÇEKÊN XWE SPARTIN SÎNGA MIN’    Bavê Kaya, Şukru Kaya behsa serdegirtina polîsan kir û wiha got: “Piştî nimêja serê sibê ez bi qelebalixiyekê şiyar bûm. Min fêm kir ku polîs in û ji bo deriyê me neşikînin min li tavilê got ez derî vedikim. Lê ne sekinîn û derî şikandin ketin malê. Piştî ketin hundir berê çekên xwe dan sînga min û dorpêç kirin. Bêser û ber kurê min kelemce kirin û nehiştin cilê xwe jî li xwe bike. Mala me serûbinê hev kirin. Beriya niha jî gelek caran bi ser mala me de girtin. Ji ber operasyonê hevjîna min dikeve depresyonê. Çima vê zilmê li ser me meşrû dibînin? Yên xebera ji Îsraîlê re didin ji wan xirabtir dikin.”