Di Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn 2017-11-30 16:00:13 STENBOL - Di hefteya 35'an a Nobeda Edaletê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat bibîranîn. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku ew ê nehêlin li ser kuştina Tahîr Elçî bê girtin. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo parêzerên rojnameya Cumhuryetê li ber Edliyeya Stenbolê tê girtin, di hefteya 35'an de dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat bibîranîn. Di nobeda li ber Peykerê Themîsê yê li ber edliyeyê de, wêneyên Elçî û parêzerên rojnameya Cumhuryetê hatin hildan. Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Berdevkê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û xizmên parêzerên bi navê Aytaç Unsal, Dîdem Baydar Unsal, Ayşegul Çagatay, Ebru Tîmtîk û Barkîn Tîmtîk cih giritn.   ‘EM Ê NEHÊLIN LI SER BÊ GIRTIN’   Di çalakiyê de destpêkê endamê OHP'ê Raziye Turgut axivî. Turgut da zanîn ku çalakiya vê hefteyê xwedî wateyek cuda ye û wiha got: "Dostê me yê bi nirx, kekê me, mamosteyê me, elçiyê aştiyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, dema nirxên dîrokî yê welat diparast û ji bo aştî, biratiyê qîr dikir hat qetilkirin. Du sal bi ser qetilkirina wî re derbas bû. Delîlên di lêpirsîna Tahîr Elçî de reş kirin. Du sal e gavek jî bi pêş neketiye. Em ê destûr nedin doza di vê der barê de faîlê wê ne diyar bimîne. Em ji bo Tahîr Elçî edaletê dixwazin."   ‘DARAZ BÛYE AMÛRÊ DESTHILATDARIYÊ’   Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur di axaftina xwe de Elçî bi bîr anî û piştrast kir ku dixwazin doza Elçî "bê ceza" bê hiştin û wiha axivî: "Ev rewş wijdana civakê birîndar dike, baweriya ji bo daraz û edaletê dişkîne." Tîmur da zanîn ku daraz bûye amûrekî desthilatdariyê û piştrast kir ku vê yekê li hemû Tirkiyeyê belav dikin. Buket Gulay jî li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Herêma Gazîosmanpaşa axivî û anî ziman ku baweriya ji bo edaletê tê tunekirin û wiha axivî: "Ji bo wê jî ez bang li her kesî dikim ku xwedî li edaletê derkevin."    Profesorê Makeqanûnê Îbrahîm Kaboglû jî got ku "Polîtîka bandorê li ser dadgehan dike" û ev nirxandin kir: "Tahîr Elçî, li gorî hin kesan cuda bû, xwedî fikrek din bû, aştî diparast; yanî berdêla fikrên xwe bi mirinê da. Di doza rojnameya Cumhuryetê de jî hat dîtin ku di dozê de sûcek nehatiye diyarkirin. Berdêla fikrên xwe bi girtinê didin."