Di 9 mehan de Hezar û 320 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2019-10-06 10:59:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), rapora cinayetên karkeran aşkere kir û diyar kir ku di 9 mehên ewil ên sala 2019'an de Hezar û 320 karkeran jiyana xwe ji dest dane.    Di 9 mehên ewil ên sala 2019'an de Hezar û 320 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), rapora cinayetên karkeran a 9 mehên ewil ên sala 2019'an aşkere kir. Li gorî rapora ÎSÎGM'ê, di meha çile de 159 karker, di sibatê de 127 karker, di adarê de 114 karker, di nîsanê de 153 karker, di gulanê de 164 karker, di hezîranê de 131 karker, di tîrmehê de 178 karker, di tebaxê de 149 karker û di meha îlonê de jî 145 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê di 9 mehan de herî kêm 1320 kesan jiyana xwe ji dest dan û bûh qurbana kar.    Li gorî ÎSÎG'ê di 9 mehan de herî kêm 91 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan.