Malbata girtiyê nexweş: Ger ku neye tedawîkirin wê întîhar bike 2019-10-06 10:44:45   STENBOL – Xizmê girtî Kardî Sancar, Îslam Sancar, diyar kir ku tedawiya diranê birayê wî nayê kirin û ger neyê tedawîkirin wê întîhar bike. Sancar, anî ziman ku ew ji jiyana birayê xwe yê li Girtîgeha Şakranê bi fikar in.    Kadrî Sancar ê 21 salî li Girtîgeha Şakranê girtî ye û bi nexweşiya Hepatit B ye. Kadri Sancar, bi rêya telefonê li ser rewşa  xwe agahî da malbatê. Birayê Sancar, Îslam Sancar, diyar kir ku ji ber êş û jana diranê wî pir zêde ye û nayê tedawîkirin pir zahmetiyê dijî. Sancar, da zanîn ku ger birayê wî neyê dermankirin difikire ku întîhar bike. Îslam Sancar, destnişan kir ku birayê wî di sala 2015'an de  hêj 17 salî bû, li Kerboranê hat girtin û demekê li gertigeha Midyatê girtî ma û piştre şandin Şakranê.    Sancar, da zanîn ku ew ji jiyana birayê xwe bi fikar in û ditirsin ku ji ber jana dirdanê xwe dawî li jiyana xwe bîne û wiha got: "Dayika min ji ber Kadrî girtî ne xew bi çavê wê nakeve. Ger ku tiştek bê serê wî em hemû berpirsiyarê vê yekê ne."   Dayika Kadrî Sancar Vetha Sancar jî bang li rayedaran kir û wiha got: “Em dixwazin kurê min bibin nexweşxaneyê û derman bikin. Tiştek bê serê kurê min ez nikarin rakim. Hemû kesên xwedî wîcdan divê têkevin nava tevgerê."