ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-06 09:02:00   * Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, destnîşan kir ku komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îro bi polîtîkaya tecrîda mutleq didome û got, ew "deyndarê" Ocalan in.    * Li Êlihê, cotkaran bilêv kir ku ji ber maliyet zêde bûne piştî nîsk, ceh û genim, di garis de jî xisirîne.    * Prz. Turgay Ozcan, diyar kir ku îstîsmara zarokan zêde bûye û xwest di îstîsmara zarokan de daxuyaniya zarokan esas bê girtin. Ozcan, da zanîn ku ger ceza ji sedî sed îstîsmarê kêm neke jî dê dîsa pêlekê kem bike.   * Li gundê Xûrsê ya Qoserê çinîna titûnê dest pê kir. Di çinîna titûnê de jin keda herî mezin didin û dîmenên rengîn derketin holê.    *  Rojnamegerên Jin ên Kurd, diyar kirin ku ew li Tirkiye ji Yekem Gerînendeya Weşanê ya Jin Gurbetellî Ersoz heta îro têkoşîna heqîqetê didomînin û wiha gotin: “Me meşaleya ji Gurbet dewir girt têdikoşin û ber bi jor ve diçin."    * Aborînas Ozgur Muftuoglu, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û got: "Raqamên enflasyonê yên meha Îlonê ya TUÎK'ê rastîyê nîşan nade. Hikûmeta AKP'ê bi rêya medya navendî îlluzyonê dike û civakê dixapîne. lê rastî ne wisa ye.    * Her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe, bêkarî zêde dibe û bi zeman amûr nayin kirin. Waniyan, diyar kirin ku ji ber krîza aborî her ku diçe rewşa wan zortir dibe û gotin: “Em di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn.” Waniyan dan zanîn ku tu baweriya wan bi rêjeya enflasyonê ya hikumetê aşkere kir nayê.      * Îdîl Guneyî, Korkmaz Tedîk, Alî Kîtapçi û Ûygar Coşgun ên di 10’ê Cotmeha 2015’an di Komkujiya  Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dan wê li Goristana Karşiyaka bên bibîranîn. (10.30)   * Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê dest pê kir, wê di roja 49’an de dewam bike.  (11.00-13.00)   * 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve hat lidarxistin wê di roja 9’emîn de bi dawî bibe. (11.00)   * Nobeta Av û Wijdanê’ ya li dijî xebatên siyanur û jêkirina daran li Çiyayên Kazê dest pê kir, wê di roja 73’yan de dewam bike. (12.00)   * EGEÇEP, wê panela “Talûkeyên Li Ser Daristanên Me” li dar bixe. (15.00)   * Platforma Jin Bihevre Bihêzin”, bi dirûşmeya “Bi lezgînî pêşiya kuştinên jinan bigirin” wê daxuyaniyê bide çapemeniyê û çalakiya deng derxistinê li dar bixe. (15.00)