Kûrtûlan: Heke derfet bidin Ocalan dibe ku şer bi dawî bibe 2019-10-05 15:37:56   AMED - Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan di roja 48'an de li Nobeta Demokrasiyê ya Amedê axivî û diyar kir ku heke derfet ji Ocalan re bên nasîn dibe ku şer bi dawî bibe.   Nobeta Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP'ê hatibû destpêkirin, li Amedê di roja 48'an de berdewam kir. Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan, parlamenterên HDP'ê, Parlamenterê Demokratê Civakî yê Parlamentoya Federal a Almanyayê Kîrsten Luhmann û Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî nobetê bûn. Derhêner Çayan Demîrel û Platforma Sînema û Aştiyê ku ji Stenbol û Enqereyê hatibûn jî piştgirî dan nobetê.    AMEDE AZAD SÎNEMAYA AZAD   Nobetê bi stran û dûrişmeyan dest pê kir. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan axaftina destpêkê ya nobetê kir û bal kişand ser tundiyên li ser çanda kurdan. Piştî Ceylan, Berdevkê Platforma Sînema û Aştiyê Bîngol Elmas aixî û ev tişt got: "Em dibêjin Ameda Azad û Sînemaya Azad. Em sînemager ji bo piştgiriya gelên Amedê hatine qada Nobeta Demokrasiyê. Kesên ku vîna gel desteser kirine dê bi sernekevin."   'CIVAK LI PIŞTA OCALAN E'   Piştî Elmas jî Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan aivî û diyar kir ku Pirsgirêka Kurd dikare bê çareserkirin û wiha got:" Ev pirsgirêk dikare bi rêya diyalogê bê çareserkirin. Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd pêwîst e. Bi rêyên leşkerî çareserî nabe. Nikaribûn wiha çareser bikin, hûn jî nikarin çareser bikin. Jixwe dawiya we jî nêz dibe. Hûn jî vê encamê dibînin. Aştî bi diyagê dikare pêk bê. Heke derfet bidin Ocalan dibe ku şer bi dawî bibe. Ew bixwe jî dibêje ji bo vê yekê amade ye. Civak jî li pişta wî ye."    'EM BI EDLAT Û DEMOKRASIYÊ RÊYA ÇIYA BIGIRIN'   Kûrtûlan di axaftina xwe de bal kişand ser dayikên ku li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Hûn bi beralîkrina êşa dayikan a bi aliyekî din ve nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Leyla Guven û Gulistan Koçyîgît girtina çawabûna rêya çiya dibêjin. Hûn bi hedef nîşandanê nikarin çareseriyê bînin. Em dikarin bi edalet û demokrasiyê rêya çiya bigirin. Bi pêkanîna demokrasiyê em dikarin kesên ku çûna çiya bÎnin Tirkiyeyê. Em zanîn ku ev yek dikare pêk bê."