Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Efeoglu û Kaçar pirsî 2019-10-05 15:10:35   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" de aqûbeta Ayhan Efeoglu yê di sala 1992’an de li pêş Zanîngeha Yildiz Teknîkê ji aliyê polîsan ve hat revandin û Lutfiye Kaçar a di sala 1994’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.    Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe li pêş Avahiya Serokwezîriyê ya Konakê berdewam kirin. Endam û rêveberên HDP'ê, nûnerên TUHAYDER'ê, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Winda diyar in, faîl li ku ne" vekirin û xwest hesap ji faîlan bê pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Prz. Zafer Încîn, daxuyanî xwend û ewil aqûbeta Ayhan Efeoglu yê di 6'ê Cotmeha 1992'an de li pêş Zanîngeha Yildiz Teknikê ji aliyê polîsan ve hat revandin xwend. Încin anî ziman ku piştî bûyerê malbatê serî li hemû deriyan dan, lê encam negirtin.  Încîn xwest demek berî demekê faîl bên dîtin û darizandin.    Încîn, piştre aqûbeta Lutfiye Kaçar a di 5'ê Cotmeha 1994'an d6e hat binçavkirin û revandin xwend. Încin, diyar kir ku Kaçar berê ji ber nasnameya sosyalist hatibû binçavkirin û wiha got: "Piştî ji girtîgehê derket 2 sal şûnde hat binçavkirin û windakirin. Rastî îşkenceyê hat. Piştî Lutfiye Kaçar binçav kirin û carek din agahî jê nehat girtin."