Ji Almanyayê serdana piştgiriya Mizrakli 2019-10-05 14:27:02   AMED - Parlamenterê Demokratê Civakî yê Parlamentoya Federal a Almanyayê Kirsten Luhmann, hat serdana Hevşardarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û piştgirî dayê.    Serdanên piştgiriyê yên ji bo Hevşardarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûnahatibû kirin, didemin. Parlamenterê Demokratê Civakî yê Parlamentoya Federal a Almanyayê Kirsten Luhmann hat Amedê û bi Mizrakli re hevdîtinek pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî tevlî, hevdîtina ku li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê pêk hat, bû. Luhmann ji Mizrakli têkildarî pêvajoya hiqûqî agahî wergirtin û bertekên li dijî qeyûman ên li Ewropayê vegot. Luhmann diyar kir ku dê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.    Piştî hevdîtinê Luhmann û Mizrakli bi hev re derbasî Nobeta Demokrasiyê ya li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê girtin bûn.