Amîrê Tevgerê yê Qeyûm gef li endamê meclisê yê HDP'ê xwar 2019-10-05 13:31:20   AMED - Karmendê ku xwe weke Amîrê Tevgera Ragihandinê yê Serokatiya Daîreya Gihaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da nasîn, di kêliya standina otobusên ku rêwiyan bêpere didibirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Bismilê de, gef li Endamê Meclisa Şaredriya Bismilê yê HDP'î Erhan Aslan xwar.   Karmendê ku xwe weke Amîrê Tevgera Ragihandinê yê Serokatiya Daîreya Gihaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da nasîn, di kêliya standina ji aliyê qeyûmê Amedê ve ya 2 otobusên ku rêwiyan bêpere didibirin Nexweşxaneyê Dewletê ya Bismilê de, gef li Endamê Meclisa Şaredriya Bismilê yê HDP'î Erhan Aslan xwar. Karmendê ku xwe weke Amîrê Tevgera Ragihandinê da nasîn, pêşiya Endamê Meclisa Şaredriya Bismilê yê HDP'î Erhan Aslan ku ji bo agahî girtinê hat Parqa Meydanê girt û bi hinceta ku bi telefonê dîmen dikişîne gef lê xwar. Karmend piştî ku pêşiya Aslan girt jê xwest dîmenê kişandiye jê bibe û tenê dayê û got ku divê tu bi me re werî.    Aslan têkildarî mijarê axivî û ev tişt got: "Li ser nîqaşa ku kêliya standina otobusan derket ez çûm cihê bûyerê. Dema ku em ji otobusan hatin ber şer şaredariyê kesekî bi kincên sivîl hat cem min û angaşt kir ku min dîmenan kişandiye. Dema ku min xwest xwe bide nasîn xwe neda nasîn û bi milê girt û tenê da min û ev tişt ji min re got: "Tûyê bi me re werî". Li gel hemû israrên min jî xwe neda nasîn. Dema ku min ji polisan pirs kir ku ev polis e an na? ji min re gotin ku hevalekî sivîl e. Min jî ji wan re got ku çawa çidibe kesekî sivîl tê li cem we min dibe û wiha dike. Bersiv nedan vê pirsa min."    Aslan diyar kir ku paşê hîn kirine ku kesê ku gef li xwariye Amîrê Tevgera Ragihandinê yê Serokatiya Daîreya Gihaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.