21 ciwanên ji bo mîhrîcanê hatin Cizîrê hatin binçavkirin 2019-10-05 13:17:13   ŞIRNEX - 21 ciwanên ji bo Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Ciwanan a Mem û Zînê hatin Cizîrê, hatin binçavkirin.      Şaredariya navçeya Cizîr a Şirnexê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, wê îro û sibe Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Ciwanan a Mem û Zînê lidar bixe.    Hat diyar kirin ku 21 ciwanên ji Herêma Egeyê hatin, li otogara bajêr hatin binçavkirin û 20 ciwanên din jî di ketina bajêr de tên rawestandin. Hat destnîşan kir ku ciwanên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya girêdayî Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.    POLÎSAN ASTENG KIR   Li aliyê din, polîsan derdora Mala Dengbêjan a starta mîhrîcanê li bê dayîn, kirine dorpêçê û diyar dikin ku şahiya ciwanan hatiye qedexekirin. Polîs, biryara walîtiyê ya qedexeya 15 rojan a lidarxistin çalakiyan weke hincet nîşan didin.    Hevdîtinên dinavbera polîs û rêveberiyên şaredariyê de dewam dikin.    Li bendêye ku hevdîtin bi encam bibe û ciwan jî li Mala Dengbêjan guvendê digerînin.