Kur bavê xwe kuşt, hevjîna wî jî delîl winda kirin 2019-10-05 13:04:39   ÊLIH - Li Êlihê 2 roj berê kur A. Dal bavê xwe Hamît Dal kuşt û li ser rêya Heskifê defin kir. Derket holê ku piştî kur bavê xwe kuşt, hevjîn û zarokên wî jî delîl tune kirine.   Li Kolana 3539 a taxa Yavuz Selimê ya Êlihê ji 2'ê Cotmehê ve Hamît Dal ê 56 salî ji holê winda bû. Piştî malbatê agahî dan polîsan, polîsan dest li lêkolînê kirin. Di dîmenê kamerayan de derket hole ku piştî Hamît Dal çû Mizgefta Eyup Sultan a li hemberî avahiya Dal lê dijî nimêj kir, piştî nimêjê ji mizgeftê derketiye. Di dîmenên hatin bidestxistin de derket holê ku Kurê Hamît Dal A.Dal ji malê çuwalek ji malê derxist û li otomobila li pêş male rawestiya bû bar kirin û birin. Piştî agahî dan polîsan, A.D., cihê bavê xwe lê defin kir nîşanî polîsan da. Dal bavê xwe li ser rêya Heskifê ya Êlihê defin kir. Piştî cenaze hat dîtin ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya Êlihê.    Piştî bûyerê A.D, dayik û zarokên Dal jî di navde 6 kes hatin binçavkirin. Lêpirsina 6 kesan a li midûruiyeta polîsan didome. Birayê Hamît Dal Mehmet Ali Dal, têkildarî buyerê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Dal, anî ziman ku piştî bûyerê hemû kamerayên diçin mala birayê xwe lêkolîn kirine û pişti di 2'ê Cotmehê de çû mizgeftê û vegeriya malê carek din ji malê derneketiye. Dal, anî ziman ku A.D îtîfar kiriye ku wî û bavê xwe niqaş kiriye û gule berdaye bavê xwe û cenazeyê wî li ser rêya Heskifê defin kiriye.