Pêşî binçav kirin paşê bi ser malê de girtin 2019-10-05 12:47:31   AMED - Polisan, li navçeya Rezan Reber Altintaş binçav kir û piştî binçavkirinê bi ser mala wî de girtin.    Duh di saetên şevê de polisan li taxa Kûrûçeşmeyê ya navçeya Rezan a Amedê bi ser mala malbata Altintaş de girt. Serdegirtina ku bi beşdariya polisên Tevgera Taybet pêk hat de deriyê malê hat şikandin û amûrên malê ji hev hatin belavkirin. Di serdegirtina ku li ser îxbarê pêk hat de tu tişt nehat dîtin û hat hînbûn ku di kêliya serdegirtinê de tu kes li malê tunebûye. Hat diyarkirin ku Reber Altıntaş (22) beriya serdegirtina malê hatiye binçavkirin û di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de bi ser malê de hatiye girtin.   Hevjînên hev Ganî û Hazal Altintaş piştî ku hatin mala xwe hînbûn ku bi ser mala wan de hatiye girtin. Hevjîn Altintaşan bertek nîşanî serdegirtinê da û diyar kirin ku dê derbarê polisan de serlêdana sûc bikin. Ganî Altintaş (68) dema ku li miduriyeta polisan geriya hînbû ku kurê wî hatiye binçavkirin. Li ser vê yekê Altintaş çû Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Amedê .