Zarokê Sûriyeyî li Kocaeliyê mirî hat dîtin 2019-10-05 11:20:43   KOCAELÎ - Zarokê 9 salî yê ji Sûriyeyê ku ji şer koçî Tirkiyeyê kiriye li Kocaeliyê  bi awayeki guman mirî hat dîtin.    Li Navçeya Kartepe ya Kocaelî duh nîvra zarokekî 9 salî yê ji Sûriyeyê ye û ji ber şer koçî Tirkiyeyê kir, bi awayekî şik û guman mirî hat dîtin. Piştî yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê diyar kirin ku zarok li gel malbata xwe ji şer reviya ye û navê wî Vail El S. ye. Malbatê zarok li Goristana Acisu defin kirin.