Navenda Giştî ya HDP'ê di dorpêçê de ye: Destûr nayê dayîn ku KHK'î bikevin hundir 2019-10-05 11:06:40 ENQERE - Polis destûr nadin ku KHK'î bên Navenda Giştî ya HDP'ê. Polisan Navenda Giştî dorpêç kirine û 2 kesan jî binçav kirin.    Çalakiya kesên bi Biryara di Hikmê Qanûnê (KHK) de ji kar hatibûn derxistin ku xwestibûn li Eywana Yilmaz Guney a Enqereyê li darbixin ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hatibû astengkirin. KHK'iyên ku piştî qedexeya walîtîyê xwestin îro bên serdana navendên giştî yên HDP û SP'ê ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Piştî ku beşeke KHK'iyan ketin Navenda Giştî ya HDP'ê, polisan kuçeya ku Navenda Giştî ya HDP'ê lê ye ji çûn û hatinê re girtin, welatiyan di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas dikinû paşve dişînin. Ji ber van pêkanînê polisan di navbera polis û parlamenterên DHP'ê de nîqaş derketin.    Gengeşiya li ber Navenda Giştî ya HDP'ê hê jî didome.    Li aliyê din KHK'iyên ku ji Stenbol û bajarên din hatibûn, di têketina Eqnereyê de dan rawestandin û paşve şandin.    Dema ku KHK'iyên ku ji Stenbolê hatibûn xwstin bimeşînin polisan bi gaza îsotê mudaxaleyî wan kir û gelek kes birîndar bûn.    LI HDP'Ê CIVÎN DEST PÊ KIR   Li gel dorpêça polisan jî KHK'î û parlamenterên HDP'ê derbasî Navenda Giştî ya HDP'ê bûn û dest bi civîna xwe kirin. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Omer Gergerlîoglû bertek nîşanî mudaxaleya polisan da û diyar kir ku 3-4 meh in ji bo vê hevdîtinê dixebitin û li gel ku ji bo hevdîtinê serlêdana fermî kirine jî rastî vê pêkanîna polisan hatine. Gergerlîoglû destnîşan kir ku ji bo hevdîtina wan bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re bi rêya telefonê hevdîtin kiriye û jê xwestiye ku li hevdîtina xwe li Navenda Giştî ya CHP'ê pêk bînin û li benda bersiva CHP'ê ne.    Civîn bi axaftina berdevkên platforman didome. Dê piştî vê civînê KHK'î derbasî Partiya Saadetê bibin.