Lûtkeya Jinê: Wekheviya jinê wekheviya civakê ye 2017-11-30 14:57:57 STENBOL - Akademîsyen Fatmagul Berktay di "Lûtkeya jin edalet û wekheviyê" de axivî, aşkera kir ku wekheviya jinê wekheviya civakê ye. Bertîl Emrah Oder jî ev tişt got: "Hêza afrîner a tevgera jinê, dê demokrasiyê bi pêş bixe." "Lûtkeya jin edalet û wekheviyê" dê du rojan li Otela WOW'ê ya li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê du rojan dewam bike. Ji 48 bajaran û ji gelek beşan jin tev li lûtkeyê bûn. Hemû jinên li salonê, bi hev re strana "Kadinlar Vardir" (Jin Hene) gotin. Strana "Kadinlar Vardir" Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu nivîsiye.   Serokê Giştî yê CHP'ê Kemel Kiliçdaroglu, berdevkên saziyên sivîl û gelek berdevkên rêxistinên jinan beşdarî lûtkeyê bûn. Rûniştina "Wekhevî nebe azadî nabe" modetoriya wê rojnameger Nevşîn Mengu kir, wekî axaftvan zimanzan Necmiye alpay, akademîsyen Prof. Dr. Fatmagul Berktay, Dekana Hiqûqê ya Zanîngeha Koçê Prof. Dr. Bertîl Emrah Oder cih girtin.   ‘TEMSÎLA JINÊ DI QADA DARAZÊ DE TUNE’    Oder di rûniştinê de axivî û aşkera kir ku di qada darazê de rêjeya jinê sedî 6 e û bal kişand ser daraza mêr. Oder diyar kir ku divê di warê zayendpereziyê de daraz bê kontrolkirin û ev tişt got: "Heke ev nebe hûn nikarin demokrasiyê bi pêş bixin. Cewhera vê wekheviya jin û mêran e. Ji bo avakirina vê pêwîstî bi ked û dewldanê heye."    'AZADIYA JINÊ NAYÊ HEZIMKIRIN'   Akademîseyn Fatmagul Berktay jî destnîşan kir ku hêza li derve tê windakirin, di hundur de wekî tundiya mêr li wan vedigere û wiha axivî: "Heke di destkeftiyan de paşveçûyîn hebe, mafê jinan wekî kaxizê turnusolê ye. Mafê jinan çiqas bê paşve xistin, ew qas demokrasî bi paşve diçe. Mafên ku me bi qanûnan qezenc dikir, niha bi qanûnan dîsa distînin. Her çendî qanûna pêşî lê girtina şidetê hebe jî bi qanûnan şidetê bi pêş dixin." Berktay piştrast kir ku desthilatdarî azadiya jinê hezim nake.   ‘LI DADGEHÊ MÊR SERDEST E’    Zinanzan Necmiye Alpay jî anî ziman ku têkiliyên têgehan bi jinê ve tê girêdan û got ku "Hişmendiyeke mêr bi tena serê xwe nabin malbat heye" û wiha pê de çû: "Ziman û nêzikatiyên dadgeh mêrane ye. Di serî de di dadgehan de mêr serdest in. Komarê ji jinan qada azadiyê vekir; lê piştre paşve çûyîn derket holê. Femînîstan ev rewş ji holê rakirin." Alpay diyar kir ku mêr û dewlet dixwaze jin serî bitewîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her dem jinê wekî kesa serî tewandî difikirin. Hêza ku ku azadiya jinê di nava xwe de qebûl nekiriye, li dijî destkeftiyan dibe hêz."   Lûtke, bi moderatoriya Ayşe Arman bi panelan dewam dike.