Temaşa pêşîn a ‘Xewna Şevek Havînê’ hat kirin 2019-10-05 09:19:04   AMED – Şanoya Bajar a Amedê bi lîstikek nû derket ser dikê û deriyên perdeya xwe ji temaşevanan re vekir. Temaşa pêşîn a lîstika "Xewna Şeveke Havînê" a William Shakespear wergerî kurdî kirine, hat kirin.    Lîstikek din a nû ji aliyê şanogerên Şanoya Bajar a Amedê ve hat amadekirin. Navê Lîstikê “Xewna Şevek Havînê” ye. Rastiya lîstikê ya nivîskarê şanoyê yê Îngîlîstanî William Shakespear e. Lîstik ji aliyê wergêrê kurd Kawa Nemir ve wergerî kurdî hatiye kirin. Derhêneriya lîstikê Ferhad Feqî yê li Ewrûpayê dimîne û ku hatiye amade ve tê kirin. Ev demek dirêj bû lîstik dihat amadekirin. Lîstik ji komek lîstikvan a ji 14 kesan pêk tê. Temaşa pêşîn a lîstikê li Salona Şanoya Bajar a Amedê ku li Navenda Dan û Sitendinê ya Galeria hat kirin. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û gelek şanohez beşdar bûn. Derhênerê lîstikê Ferhad Feqî jî bi temaşevanan re li lîstikê temaşe kir.      Lîstik ji naverokek evîn û komedî pêk tê. Yanî mirov dikare bêje ji serî heta dawiyê lîstik bi pêkenok derbas dibe. Lîstik ji du perdeyan pêk tê û saetek û 40 deqîqe didome. Şanohez kêliyek bêken neman û bi kêfxweşî li lîstikê temaşe kirin.    Di lîstikê de muzîka rojava û rojhilatî û li aliyê din jî stranên kurdî hatiye bikaranîn.    Lîstik bi performansek jêhatî hat lîstandin û di dawiyê de temaşevanan li ser lingan ji lîstikvanan re li çepikan dan.    Piştî temaşa lîstikê lîstikvan Ozcan Ateş axaftinek kurt kir û bal kişand ser girîngiya şanoya kurdî û yek bi yek navê kesên keda wan di lîstikê de derbas got û malovaniya wan kir.    Lîstik wê îro êvarê jî li heman cihî saet di 19.00’an de bê nîşandan.    Lîstikvanan got dê di demên pêş me de lîstik li gelek bajarên din jî derkeve ser dikê.