Akademîsye Koçak ku beraat kir: Di wê metnê de heqîqetek heye 2019-10-05 09:11:29   STENBOL – Ji akademîsyenên ji ber îmze avêtin danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" û hatin îxrackirin yek jê jî Doç. Dr. Hakan Koçak bû ku ji Zanîngeha Kocaeliyê hatibû îxrackirin. Koçak ku beraat kir got: "Taliya talî di wê metnê de heqîqetek heye. A asas jî heqîqet e."    Akademîsyenên ji ber îmze danîn bin danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" hatin îxrackirin yeko yeko beraat dikin. Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), di 26'ê Tîrmehê de biryar girt ku mafê akademîsyenan hatiye binpêkirin û piştî vê biryarê hin akademîsyen beraat kirin. Yek ji van akademîsyenan jî Doç. Dr. Hakan Koçak e ku ji Zanîngeha Kocaeliyê bi KHK'yê hatibû îxrackirin.    'NE DADGEH YOK CEZA BIRÎ'   Koçak, bibîr xist ku berî doz li akademîsyenan bê vekirin hatine cezakirin û got: "Beriya dadgeran hevpîşeyên me, Desteya Hîndekariyê ya Bilind (YOK) û hikûmetê em xistin nav lîsteya KHK'ê û paşê me ji kar avêtin û ceza kirin." Koçak, dîsa bibîr xist ku piştî hatine îxrackirin çûne Komîsyona Rewşa Awarte û got, bi hinceta hîn doz didome komîsyonê tu tişt ji wan re negotiye. Koçak, desnîşan kir ku piştî biryara AYM'ê, dadgehên herêmî biryara beraatê dane û got: "Eger me beraat nekirina jî wê israra me ya ji bo vegera ser kar bidomiya. Ji xwe em bi tiştekî nehatibûn atwanbarkirin. Hinceta îxrackirinê tiştekî şolî , 'pêwendiya bi terorê' bû. Û ji bo vê tu delîl tunebûn. Ji xwe diviya em roja ewil vegeriyana ser karên xwe. Biryarên KHK'yan pir hatin nîqaşkirin. Lê piştî biryara AYM'ê rewabûna biryara KHK'yan hîn bêtir bû cihê nîqaşê."    ‘EM DIXWAZIN VEGERIN SER KARÊ XWE'    Koçak, bal kişand ser nîqaşa gelo wê akademîsyenên hatine îxrackirin vegerin ser karên xwe an na? Koçak, destnîşan kir ku ji ber biryara vegera ser kar hatiye girtin ew dikarin ji xeynî dibistanên xwe li cihekî din bixebitin û got: "Em li dijî vê mewzûatê ne. Daxwaza me ew e ku pasaportên me bidin me û em biçin dibistanên xwe û kursiyên xwe. Em dixwazin rojek berî rojekê vegerin ser karên xwe."    Koçak, destnîşan kir ku ji roja metna danezana aştiyê derketiye holê heta niha gelek caran mafdariya wan hatiye pesendkirin û got: "Têmaya sereke ya metnê têkildarî pirsgirêka kurd e ku ev pirsgirêk bi salan e nehatiye çareserkirin. Di dîroka komarê de bi salane hatiye xwestin ku pirgirêka kurd bi şidetê bê çareserkirin. Lê belê tu carî bi şdetê nehatiye helkirin. Metna ku me îmze danîb inî li dijî şidetê çareseriyeke demokratîk bû."    ‘NEHAT PIRSÎN KA DAYIKA TAYBET JI BO ÇI MIRIYE'    Koçak, destnîşan kir ku di warê çareserkirina prigsirêka kurd de israrkirina di şidetê de rê li ber neçareseriyên nû vedike û got: "Delîla herî dawî ya vê yekê qeyûmên dawî ne." Koçak, bilêv kir ku gelek peyvên metnê hatine nîqaşkirin û got: "Lê belê ev nehatiye nîqaşkirin; heqîqet çi ye? Taliya talî di wê metnê de heqîqetek heye. Bi awayekî dijwar maf hatin binpêkirin. Zarok û jin jî di nav de gelek sivîl mirin. Mesela; nehatiye lêpirsîn kirin ka Dayika Taybet û Cemîleya cenazeyê wêd i sarincê de hat sekinandin ji bo çi û çawa mirine. Gelo çima ev heqîqet ji hêla raya Tirkiyeyê ve nayê nîqaşkirin? Ez bi xwe herî zêde li ber vê rewşê dikevim. Heta dikarim bêjim ji vê bêtir navê me derket pêş. Piştî demekê em wek eksên mexdûr pir hatin nîqaşkirin. Divê mirv vana bide ber pirsan."    ‘A GIRÎNG HEQÎQET E'    Koçak ku got ji bo min a girîng heqîqet e", got: "Diviya mafên jiyanê nehatan binpêkirin. Çima û ji bo çi pêk hatin? Gelo em ê van pêkanînan bidin ber pirsan? Eger em nedin ber pirsan wê sibê dusibe heman tişt dîsa biqewimin. Ji bo vê pêdivî bi helwesteke baş heye."    MA / Naci Kaya