5 zarokên wî di girtîgehê de ne: Bi wan re em jî tên cezakirin 2019-10-05 09:08:34   COLEMÊRG – Bav Ahmet Ertûnç ku 5 zarokên wî girtî ne, got: "Her yek ji wan li cihekî ye. Îjar ez ê biçin serdana kê û neçim ya kê."    Ahmet Ertûnç ku li Colemêrgê dijî, 5 zarokên wî girtî ne. Zarokên wî li Amed, Tekirdag û Wanê di girtîgehê de ne û bi giştî 81 sal ceza li wan hatiye birîn. Kurê wî Firat di Girtîgeha Tîpa T a Amedê, Mûrat û Recep di Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê û kurên wî Alî û Ferhat jî di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de ne. Bav Ertûnç, da zanîn ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 16 sal ceza li kurê wî yê mezin Ferhat; bi heman tawanbariyê 25 sal ceza li Mûrat; bi heman sûcî 14 sal ceza li Alî hatiye birîn û li Recep jî ji du dosyeyan bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" 14 sal ceza û li Ferhat jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal ceza hatiye birîn.    'HÎN CEZAYÊ WAN NAQEDE CEZAYEKÎ DIN LI WAN TÊ BIRÎN'    Ertûnç, destnîşan kir ku nikare biçe serdana hemû zarokan û got: "Sirf zarokên min ji ber mirovên birûmet bûn hatin girtin. Bi salan e bi zanebûnî ceza li zarokên min tê birîn. Hîn cezayê wan ê dosyeyekê naqede ji dosyeyeke din ceza li wan tê birîn. Zarokên min daxilî tu bûyeran nebûne, lê bi salan e dîl hatine girtin."    ‘EM SALÊ CAREKÊ JÎ NABÎNIN'    Errtûnç, anî ziman ku zarokên wî di girtîgehên cuda de ne û bi vê yekê malbat jî tê cezakirin. Ertûnç, got: "Mûrat û Recep birine Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê. Ji ber rewşa me ya aborî nebaş e em salê carekê jî nikarin wan bibînin. Ferhat birine Girtîgeha Tîpa T a Amedê. Her duyên din jî di Wanê de ne. Îjar em ê biçin serdana kê û neçin a kê? Tenê sedeme vê heye, dewlet dixwaze bi vî awayî min û diya wan tev de jî ceza bike. Mûrat û Recep biraziyên xwe qet nedîtine. Xwestin ez wan jî bi xwe re bînim, lê ji ber rê dûr e min nikaribû kurê xwe û bûka xwe bibe."    'HER MEH PERE JI YEKÎ RE DIŞÎNIM'    Ertûnç, got: "Ez bi meaşê xwe yê teqawidbûyî hem debara xwe dikim hem jî a zarokên xwe. Gava ez ji meaşê xwe yê teqawidbûnê heqê kirê derdixim di dest min de 950 lîre dimîne. Ancax mehê pere ji yekî ji wan re dişînim. Gava lazmatiyeke wan î girîng hebe mecbûr ji qûtê malê dibirim û dişînim. Her çend em pir zehmetiyê bikişînin jî lê em serbilind in. Zarokên min tiştekî şaş nekirine. Em heta dawiyê li pişta wan in."    MA / Hamza Gunduz