Aydin: Heta pênasekirina ‘terorê’ neyê guhertin dê demokrasî neyê 2019-10-04 15:51:19   AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de bal kişand ser Pakêta Darazê û got: “Heta ku pênaseya terorê ya ku di TMK’ê de neyê guhertin anîna edalet û demokrasiyê ya zehmet e. Heta ne gengaz e.” Baroya Amedê, ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî k udi 28’ê mijdara 2015’an de li Sûrê hat kuştin ronî bibe û kujer bên darizandin, di hefteya 196’an de li ber Edliya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kir. Parêzeran pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin û Elçî bibîr anîn.    ‘TU PÊŞKETÎN NÎNE’   Di çalakiyê de Serokê Baroyê Cîhan Aydin diyar kir ku derbarê lêpirsîna doza Elçî bi hemû hewldanên wan jî tu geşedan li pêş nakevin û got: “Hefteya çûyî hinek agahiyên ku di doza Elçî de hinek delîl hatine reşkirin ketin rojeva raya giştî. Bi taybetî hinek delîlên li Saziya Tiba Edlî ku mudaxale lê hatine kirin gumanek derketiye holê. Me derbarê ku rastî derkeve holê û tiştekê wisa hebe yên berpirsyar derkevin pêş darazê gilî kir û em ê di nava hewldanan de bin.”    ‘AZADIYA RAMANÊ NIHA MESELEYA BINGEHÎN E’   Aydin bal kişand ser Paketa Reformê ya Darazê ya ku pêşkeşî Meclîsê hatiye kirin û dewam kir: “Di nava pakêtê de bi mijara azadiya raman de tu xebatên qanûnî tune ne. Azadiya ramanê niha meseleya bingehîn a Tirkiyê ye. Bi taybetî qanûnên TCK’ê yên 216, 301 û 214 ên mijara têkoşîna bi terorê re ne. Ev qanûn li derveyî standartên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ye û heta sepanên derveyî Dadgeha Destûra Bingehîn jî hene. Em dibin şahidên sepanên dadgehên heremî jî, ji ber vê yekê di derbarê vê mijarê de rastkirinek nebe ev pakêt pêdiviyên Tirkiyeyê pêşwazî nake.”   ‘DIVÊ EWIL PÊNASEKIRINA TMK’Ê WERE GUHERTIN’    Aydin diyar kir ku heke derbarê qanûna 2911’an a têkildarî kombûn û xwepêşandanan rastkirin nebe tu sûdê nade demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û wiha got: “Heta ku pênaseya ‘terorê’ ya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK’ê) de neyê guhertin anîna edalet û demokrasiyê ji bo Tirkiyê zehmet e. Heta mirov dikare bêje ku ne gengaz e jî.” Aydin destnîşan kir ku derbarê bêalîbûn û serbixwetiya darazê tu geşedan di pakêtê de tune ne û got: “Ev pakêtek mirî ye. Daxwaza me ew e ku di hevdîtinên Meclîsê de derbarê kemasiyên ku me behsa wan kirin, di pêvajoya hevdîtinan de rastkirina wan were kirin. Heke ev pêk neyê wê demokratîkbûna Tirkiyeyê sûdê ji vê negire.”    Piştî axaftina Aydin parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.