ÎHD'ê ji Mehmet Balaban ê rastî êrîşê hat re faksa piştevaniyê şand 2019-10-04 15:50:42 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo Mehmet Balaban ê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Tekîrdagê rastî êrîşa nijadperestî hat û piştre 35 rojin di greva birçîbûnê de ye, faksa pişetvaniyê şand.  Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya piştevaniya Mehmet Balaban ê li Girtigeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Tekîrdagê rastî êrîş û muameleya xerab hat û di 31'ê Tebaxê de li dijî vê yekê lêvên xwe dirûtin û ket greva birçêibûnê, li Postexaneya (PTT) ya Siraselvîler a Beyogluyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberên ÎHD'ê amade bûn. Endam û rêveberên ÎHD'ê di çalakiyê de pankartên "Bila îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Tekîrdagê bi dawî bibe. Bila daxwazên Mehmet Balaban bê berdan" vekirin. Rêveberan di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Rûmeta mirovna wê îşkenceyê têk bibe" û "Mehmet Balaban ne bi tenê ye." berz kirin. Beriya daxuyaniyê Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku ji bo rewşa Balaban serî li Mala Tevkifê ya Ceza û Wezareta Dadê dane û tevî hemû serledanên wan encam bi dest nexistine.    Li ser navê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Meral Nergis Şahin jî daxuyanî da û got: "Balaban ji ber pirsgirêka kurd her dem di bin zext û tundiyêde dijî. Rastî îşkenceyê tê. Gardiyanên girtîgehê dibêjin 'Tu terorist e. Kurdên pîs mafê we yê jiyanê tune ye" û rastî muameleyên xerab tên. Balaban li dijî van tundî û êrîşan 35 rojin lêvê xwe dirûtiye û di grevê de ye. Ji 31'ê Tebaxê de dest bi dest bi grevê kiriye. Binpêkirina li ser mafê Mehmet Balaban didome. Em carek din bi rêya faxê serlêdana xwe dubare dikin.b"    Girsê piştî daxuyaniyê ji bo piştevaniya Mehmet Balaban faks şandin.