Cenazeyê Dalê windayî hat dîtin 2019-10-04 13:35:33 ÊLIH - Cenazeyê Hamît Dal ku 2 rojên agahî jê nedihat girtin, li cihê kesê ku îxbara windabûnê kir û hat binçavkirin, nîşan da hat dîtin.  Li taxa Yavûz Selîm a Êlihê ji 2'ê Comtehê ve agahî ji Hamît Dal (56) nedihat girtin. Li ser windabûnê malbat Dal serî li emniyetê dabû û xebatên lêgerînê dabû destpêkirin. Malbat piştî lêgerînên xwe hîn bû ku Dal ji bo nimêja sibehê çûye Mizgefta Eyûp Sûltan a li hemberî mala xwe û ji mizgeftê derketiye. Dîsa malbat bi derfetên xwe dîmenên kamereyeke ewlehiyê bi dest dixe û li ser lêkolînan dike. Di dîmenan de tê dîtin ku kurê Dal A.D torbeyek ji mal derdixe û li wesayîteke li ber mala wan rawestiyaye siwar dike. Li ser vê yekê malbat rewşê ji polisan re radigihîne û A.D ji aliyê polisan ve tê binçavkirin. Piştî binçavkirinê A.D cihê ku bavê xwe binax kiriye ji polisan re destnîşan dike. Polis, cenazeyê Dal ku li ser rêya Heskîfê hatibû binaxkirin der dixin û ji bo otopsiyê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê.    Di çaroveya lêpirsîna ku derbarê mijarê hat vekirin de A.D hat binçavkirin.