100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn 2017-11-30 14:17:37 STENBOL – Li Hevgerînendeya  Weşana Giştî ya rojanmeya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn û Midura Karê Nivîsê Reyhan Çapan 100 hezar TL cezayê pere hat birîn.  Rojnameya Ozgur Gundemê piştî bi Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin, ji ber nûçeya "Milli, yerli ve çok fena kumarbaz" (Neteweyî, xwecihî û qumarbazekî gelek fena ye), di 16'ê Cotmeha 2015'an de der barê xwediyê rojnameya Starê Murat Sancak de çêkiribûn, li Hevgerinendeya  Weşana Giştî Eren Keskîn û Midura Karê Nivîsan Reyhan Çapan doz hatibû vekirin. Doza biryardayînê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Çapan û Keskîn tev li dozê nebûn, parêzer Ozcan Kiliç li salonê amade bû.   Kiliç di rûniştinê de mafê axaftinê girt û da zanîn ku li ser dozê re 4 meh derbas bûye û ji ber vê divê doz bikeve ber demboriyê.   100 HEZAR TL CEZA BIRÎN   Piştî parastina Kiliç, heyeta dagehê biryara xwe aşkera kir û bi hinceta "Di weşanên demdirêj de nivîsên sererastkirî û bersiv weşandine" bi vê rêyê sûc kirine, ji her yekî re 50 hezar TL ceza birî. Her wiha dadger biryar da ku tekzîb di du rojnameyên ku traja wan li ser 100 hezarî re wekî îlan bê weşandin û ev jî girt bin biryarê.   DER BARÊ DOZÊ DE   Rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Cotmeha 2015'an de der barê xwediyê rojnameya Starê Murat Sancak de nûçeya "Milli, yerli ve çok fena kumarbaz" (Neteweyî, xwecihî û qumarbazekî gelek fena ye) çêkiribûn. Naveroka nûçeya ku bal dikişand ser êrîşa çekdarî ya di 20'ê Tebaxa 2015'an de li dijî maşîneya Sancak pêk hatibû û ev tişt hatibû parvekirin: "Îdiaya bi mehan e di cîhana çapemeniyê de tê nirxandin, duh bi operasyona polîsan piştrast bû û di meha Tebaxê de maşîneya xwediyê rojnameya Starê Murat Sancak hatibû gulebarankirin, ev ji ber 'deynê qumarê' pêk hatiye û mafyayê ev pêk aniye."   Tekzîpa parêzerên Sancak ji bo nûçeyê amade kirin ji rojnameya Ozgur Gundemê şandin û xwestin biweşînin. Lê rêveberên rojnameyê tekzîp neweşandin.    Li ser vê parêzerên Sancak serî li 1'emîn Dozgerê Cezayê Sulhê yê Buyukçekmeceyê dan û doz vekirin. Dadgehê, biryar da ku tekzîba bê weşandin. Li ser vê biryarê itiraza rayedaran a li 2'yemîn Dadgeah Cezayê Sulhê ya Buyukçekmeceyê hat redkirin, dosyaya dozê şandin 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê.