Kubîlay: Tenê rastiyek heye, îktîdar dijminê Kurdan e 2019-10-04 12:44:31   ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, bal kişand ser zextên li ser HDP'ê, tayînkirina qeyûman û ligel biryarên darazê berdewama girtina siyasetmedaran û wiha got: “Tenê rastiyek heye. Ew jî rastiya ku îktîdar dijminê kurdan e."  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay, ewil li ser biryara Makeqanûna Bingehîn a der barê tahliyeya Parlamenterê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder de axivî û wiha got: "Biryarek erênî hatiye dayîn. Divê bi lez Onder bê berdan. Divê tevî Demirtaş der barê van dosyayan de biryara beraetê bê dayîn. Piştî biryara Qanûna Bingehîn rojekê tenê girtina Sirri Sureyya Onder derqanûnî ye. Ne tenê Sirri Sureyya divê hemû parlamenterên me yên girtî bên berdan. Hemû ji ber fikrên xwe dîl hatine girtin."    Kubilay, anî ziman ku di ser darbeya "4'ê Mijdarê) ya li dijî parlamenterên HDP’ê re 3 sal derbas bûn û wiha got: "Di vê pevajoyê de hemû dozên hatin dîtin li ser daxwaza îktîdara siyasî pêş ketin.  Îktîdara siyasî çawa xwest wisa daraz araste kir û doz dirêj bû. Gotina Serokomar a ‘Em nikarin wan berdin' raste rast mudaxaleya darazê ye. Eger ku li vî welatî piçek edalet û hiqûq hebe, divê hevserokên me û parlamenterên me yên girtî serbest bên berdan."   'EM BANG LI DAYIKAN DIKIN'    Kubilay, anî ziman ku tu bingeh û delîlên îdîayên bûye sedema girtina siyasetmdaran tune û wiha axivî: "Tenê rastiyek heye. Ew jî îktîdar raste rast dijminantiya Kurdan dike. Şaredariyan talan dikin. Pêşeroja bajaran dixe bin dorpêça xwe dikin. Her tişt li ser xezpkirina vîna Kurdan, li dijî rêveberiya Kurdan pêş dikeve. Dema mijar dibe Kurd tu hiqûq û zagon esas nayê girtin. Êrîşa îktîdarê ya li dijî HDP’ê tenê ne bi qeyûman bi sînor e.  Hevserokên me Pervin Buldan û Sezai Temellî jî di navde der barê 44 parlamenterên HDP'ê de dosya pêşkêşî Meclîsa Tirkiyeyê kirin û dixwazin destnedayînê wan rakin. Em carek din bang li hemû dayikan dikin ku bên tev li civîna meclîsê bibin. "    Kubîlay, bal kişand ser pakêta darazê jî û wiha axivî: "Di 1'ê Cotmehê de rojeva ewil anîn meclîsê pakêta darazê bû. Piştî pakêta yekemîn a Stratejiya Reforma Darazê anîn rojeva meclîsê em dibînin ku li ser esasê bingehîn ê adalet, azadiya ramanê, serxwebuna hiqûqê tu tişt tune ye. Her çend OHAL rabûbe jî pratîka wê di meriyetê de ye. Ji ber xalên TMK û TCK’ê neheqiyên mezin tên kirin.    'GEFÊN LI DIJÎ ROJAVA ZÊDE DIBIN'    Kubîlay, anî ziman ku roj bi roj gefên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê zêde dibin. Bi taybeti piştî 3’emîn zîrveya li Enqereyê pêk hat ev êrîş û gef zêde bûn. Tu mafê Tirkiye tune ku êrîşî axa ciranê xwe bike. Êrîşa li welatên derve ne rewa ye. Yên ku dixwazin Tirkiye êrîşî Kurdan bikin, ne dostên kurd û tirkan in. Dixwazin bi 'Herêma Ewle' herêmek bê Kurd ava bikin. Armanc dikin ku demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biguherînin.  Em carek din aşkere dibêjin Bakurê Sûriye ne dijminê Tirkiyeyê ye. Tu aliyê gefan bixwe tune ye. Kurdên li Sûriye ne dijminê gelê Tirkiyeyê ye. Xwişk û birayên gelê Tirkiyeyê ne."