Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan 2017-11-30 13:52:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarok, navçe, bajar û kantonên 3 herêmên giredayî Federasyona Bakurê Sûriye ji bo hilbijartinan 808 hezar û 495 hilbijêr, dê sibê biçin ser sindoqan.  Di 16'ê Adara 2016'an de li bajarê Rimelan bi tevlêbûna 200 delegeyên Kurd, Erebe, Suryanî û Êzîdî kongre hatibû lidarxistin. Pişti kongreyê li herêma Cizîr, Firat û Efrînê Federasyona Bakurê Sûriye di 22'ê Îlona 2017’an de hilbijartina "Hevserokên Kominan" pêk anîbûn. Piştî hilbijartinên komînan sibê jî hilbijartina meclîsên rêveberiyên herêmî pêk tînin.    DÊ 808 HEZAR Û 465 HILBIJÊR BIÇIN SER SINDOQAN    Piştî hilbijartina kantonan ji bo hilbijartinên komunan dê 728 hezar û 450 hilbijêr dengê xwe bidin. Li 3 herêmen kantonan jî dê bi giştî 808 hezar û 495 hilbijêr dengê xwe bidin. Hilbijêr dê li herêma Kantona Cizîrê 841, li Herêma Kantona Firatê 256 û li Herêma Kantona Efrînê jî 206 bi giştî hezar û 303 navend û 10 hezar 825 sindoq bên danîn. Li ser sindoqê jî dê 6 jê esil bi giştî 8 kes peywirdar bin.    Dê li her herêma hilbijartinê 3 sindoq bên danîn. Di pûsûlayan de dê Piştevaniya Neteweya Demokratik, Koalîsyona Neteweya Kurd a Sûriye û beşa navê namzetên serbixwe lê heye, hatiye amadekirin. Dê pûsûlayên Şîn, Spî û boz bên mohrkirin.    EWLEHIYA HILBIJARTINÊ    Ewlehiya hilbijartinê dê ji aliyê Asayişa Rojava, Hêzên parastina cewherî, Hêzên Asayişa Sotoro pêk bînin. Hezên Asayişa Rojava ji bo parastina sindoqan, heta saet di 15.00’an a Roja 2'ê Kanûnê hemû motosiklet û kamyon qedexe kirin. Piştî vê hilbijartinê dê di çileya 2018'an de Kongreya Gel a Sûriyeya Bakur pêk bê.    Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyeyê bang li tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin bikaranîn. Têkildarî hilbijartinan Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyeyê ji bo raya giştî daxuyanî dan.   Daxuyaniya Desteya Rêveber wiha ye:   “Projeya Fedarliya Bakurê Sûriyeyê di dîroka gelên herêmê de bi pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Gel wê bi îradeyeke azad nûnerên xwe hilbijêrin û saziyên xwe bidin avakirin. Bi riya hilbijartinên meclîsên herêmî yên bajarok, navçe û kantonan em ê deskeftiyên mezin bidest bixin. Piştî pêvajoya yekemîn a hilbijartinên hevserokên komînan wê pêvajoya duyemîn a hilbijartinên meclîsên herêmî destpê bikin.   Ji bo gelên herêmê neghîjin deskeftiyên mezin gelek astengî têne derxistin. Lê belê gelê me xwedî îradeyeke xurte û dê Sûryeke Federal û demokratîk ava bike. Hemû pêkhate bighîjin mafên xwe û wekhev bajarên xwe birêvebibin.   Em weke Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê deskeftiyên QSD`ê û deskeftiyên siyasî yên herêmê li gelê xwe pîroz dikin. Ji bo em van deskeftiyên xwe biparêzin û saziyên xwe li ser bingehê azad, demokratîk û biratiya gelan avabikin, em bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe yê azad bikarbînin."    Hevseroka Komîseriya Hilbijartina Bilind Ruken Mela Îbrahîm, diyar kir ku wan amadekariyên 1'ê kanûnê bi coşek mezin pêk anîne û dê sibê bi kelecan û coşek mezin hilbijartina xwe pêk bînin. Îbrahim, destnîşan kir ku amadekariyên wan temam in.