Hejmara nû ya Newaya Jin derket 2019-10-04 11:19:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi manşeta ‘Cotmeh banga ji bo berxwedanê ye’ derket. Di hejmara rojnameyê ya vê mehê de jî ji têkoşîna jinên kurd heta herêma ewle, tayînkirina qeyûman û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê gelek mijarên cuda hatine nirxandin   Hêjmara rojnameya Newaya Jin a cotmehê ku li Ewropayê tê amadekirin çap bû. Endama Meclisa PAJK’ê Hêlîn Umît di nirxandina xwe ya ji bo rojnameyê de diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd çil sal in ruh, hişmendî, hest û jiyanê dide dînamîkên pêşketina neteweyî ya demokratîk û azadiya jinê. Di çarçoveya mijarê de nivîsên ji bo vegotina Arîn Mîrkan û Mîhrîban Saran di rojnameyê de hatin weşandin. Di hejmara cotmehê ya rojnameyê de hevpeyvîna bi Endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Foza Yusuf a der barê rewşa li herêmê hate weşandin. Yusuf ‘Herêma bi ewle’, ‘Polîtîkaya dewleta tirk a li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê’, ‘Xebatên ji bo avakirinê yên li herêmê’ û ‘Tevlêbûna jinê ya li vê pêvajoyê’ nirxand.    Ji Girtîgeha Gebzeyê Sema Mazlum jî der barê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de nivîsek ji bo Newaya Jin amade kir. Rojnamevan Gulistan Çiya jî heman mijar di rûpelên kurdî de şîrove kir û li dijî çerxên komployê bal kişand ser pêwîstiya bi kampanya û platformên navneteweyî yên mîna ‘Azadî ji Ocalan re’.   Rojnamevan Ronî Eylem jî bi dosyayeke berfireh a lêkolînê ‘Şerên serdema nû’ û bandora wê ya li jiyana mirovan a rojane nirxand. Mijara qeyûman û desteserkirina şaredariyên HDP’î jî ji aliyê aktîvîsta jin Sara Aktaş ve hate nirxandin. Wekîla HDP’ê Feleknas Uca jî heman mijar di rûpelên kurdî de nirxand û da zanîn ku berxwedana li dijî faşîzmê mafekî rewa ye. Li gel portre û nivîsên nirxandinan her wiha gelek nûçe û dosya der barê tenduristî, zanistî û pêkenokan hene. Lewma rojnameya Newaya Jin vê mehê jî xwedî naverokeke xurt e.