Nivîskarên kurd li Amedê civiyan 2019-10-04 09:42:06 AMED – Bi dehan nivîskar û helbestvanên kurd di bernameya xwarinê ya PEN'a Kurd de civîyan û demeke dirêj bi hev re derbas kirin. Hevserokê Pena Kurd Samî Tan diyar kir ku pêwîst e rewşenbîr û nivîskarên kurd zêdetir piştgiriya hev bikin.   Li ser daxwaz û pêşniyaza Navenda Pena Kurd, Şaredariya Yenîşehîrê duh êvarê ji bo nivîskar û helbestvanên kurd bernameyeke xwarinê li dar xist. Bi dehan nivîskar û helbestvanên kurd ên li herêmê tevlî bernameya ku li Mekan Beyrûtê hat lidarxistin bûn û bi minasebeta xwarinê demeke dirêj bi hev re derbas kirin. Piştî xwarinê jî nivîskar û helbestvanan di çarçoveya bernameyê de li ser gelek mijaran di navbera xwe de nîqaş kirin.   'BI PÊNÛSÊ ZIMAN NÎŞAN DIDIN'   Nivîskar Mehmet Çakmak axaftina destpêkirina bernameyê kir û ev tişt got: "Ji bo em bên gel hev derfet pirr kêm in. Lê salê carek be jî em wisa bên ba hev cihê kêfxweşiyê ye."    Piştî Çakmak bi dorê Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken, Hevserokê Pena Kurd Samî Tan û folklorîst û dîroknas Celîlê Celîl axaftin kirin û girîngiya lidarxistina bernameyê anîn ziman. Belgîn Dîken diyar kir ku nivîskarên kurd bi pênûsa xwe çand û zimanê me nîşanî dilê gel didin û wiha got: "Hûn bi pênûsa ku girtiye destê xwe li cem yekitî û têkoşîna gelê kurd cih girtiye."   'PÊWISTÎ BI ZÊDETIR PIŞTGIRIYÊ HEYE'   Piştî Dîken, Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan axaftin kir û wiha got: "Ez hêvî dikim ku dê ev hevgirtina me, kar û xebatên me yên bi hev re bibin destpêkek. Pêwîst e rewşenbîr û nivîskarên kurd zêdetir piştgiriya hev bikin. Zêdetir dikaribin xebat û projeyên hevbeş bimeşînin. Ji bo ku bi rastî qada rewşenbîriyê bibe qadek rêxistinkirî û qadekî azad, bibe qadekî ku dikaribe tesîrî li qad û xebatên din jî bike da ku dikaribe pêşengiya civaka kurd bike. Di têkoşîna çandî û zimanî ya gelê kurd de pêşengiyê bike. Bi vê bîr û baweriyê we hemûyan silav dikim."   KÊFXWEŞIYA XWE ANÎ ZIMAN   Herî dawî jî folklorîst û dîroknas Celîlê Celîl ku ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê ji Viyanayê hatibû bajar û tevlî bernameyê bû axaftin kir. Celîl kêfxweşiya xwe ji bo cihgirtina di bernameyê de destnîşan kir û wiha axivî: "Ji bo ez di nava hevkarên xwe de me gelek kêfxweş im. Hevalên qelemê, hevalên bîr û baweriyê û hevalên hêviyê. Cihê pirtûkan ku vebûye cihek pir bi mane ye. Me li fûarê hemû kes hev dît. Ji ber ewqas heval û hogir li hev kombûne kelecanê dide min. Spasdar im. Xwedê kom û tifaqa we zêde bike û xurt bike. Bi hezar carî maneyê wiha baş hebin."